Sûpasalarê Emerîkayê: Pêngavên destpê ji piroseya rizgarkirina Mûsilê destpêkirîye.
K24-Hewlêr:
Sûpasalarê Emrkayê dibêje: Pêngavên destpêkê ji piroseya rizgarkirina Mûsilê destpêkirîye.
Di kongireyeka hevpişka rojnamevnî de, li gel wezîrê berevanîya Îraqê, Aşton Karter supasalarê Emerîkayê, ragehand: Îraqîyan pilana xwe bo rizgarkirina Mûsilê daye ceneral Şon Mekfirland fermandarê opirasyûnan li Îraq û Sûryayê.
Ceneral Cozêf Denford Sûpasalarê Emerîkayê amade nebû destnîşankirina dema encamdana piroseyê biragehîne, lê got dema wê nêzîk bûye û wek pêngava destpêk jî kar bo dabirrana Mûsilê dikin wek çawa me bo Reqe jî weha kir.
Fermandarên Serbazîyên Emerîkayê , navê oprasyûnên kontirolkirina heryek ji Mûsil û Reqeyê kirine hûreya polayî.