Demîrtaş daxwaza roleke mezin ji Başûrê Kurdistanê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê HDPê daxwaz ji Başûrê Kurdistanê kir ku, ji hikûmeta AKPê bixwaze ku rewşa şer li Bakurê Kurdistanê rawestîne û li ser masa aştiyê pirsgirêkan çareser bike.
Hevserokê HDPê ji K24ê re ragihand ku, Divê Başûrê Kurdistanê rexne hikûmeta AKPê bigire û jê bixwaze ku bi Kurdên Bakur re li ser masa aştiyê rûne û agirbestê rabigihîne.
Demirtaş amaje bi wê yekê kir ku, hikûmeta AKPê li hember gelê Bakurê Kurdistanê komkujiyê pêk tîne, divê Herêma Kurdistanê li hember van şer û pevçûnan helwestekê bigire û roleke mezin bilîze.
Demîrtaş di salvegera Mela Mistefa Barzanî de jî got: “Îro salvegera koçkirina Mela Mistefa Barzanî yê nemir e, ez wî bi rêzdarî bibîr tînim û ji ber têkoşîna wî jî bejna xwe ditewînim û hemû têkoşîna gelê Kurd jî silav dikim.”