De Mistura: Gera duyemîn a Cenêv3 9ê Adarê ye

Ji destpêka agirbetê li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de kete warê cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma wî welatî û opozîsyona bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin. Lê li gor çavdêrên agirbestê dibînin ku şer û pevçûn kêm bûye

K24 - Navenda Nûçeyan

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehand ku, gera duyem ya danûstandinên Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê wê di 9ê Adarê de destpê bike.

Derbarê gera duyemîn ya danûstandinên li Sûriyê derbarê proseya aştiyê li wî welatî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Steffan De Mistura di daxuyaniyekê de wiha got: “Divê Amerîka û Rûsyayê bi armanca biserketina agirbesta li Sûriyê kar bikin, eger na wê demê wê emê neçar bin ku danûstandinên aştiyê lipaş bixin.”

De Mistura di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, gera duyemîn ya danûstandina wê 9ê vê mehê careke din destpê bike, da zanîn ku ew naxwazin danûstandin derbarê agirbestê be, lê dive babetên din werin gotûbêj kirin.

Ji destpêka agirbetê li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de kete warê cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma wî welatî û opozîsyona bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin. Lê li gor çavdêrên agirbestê dibînin ku şer û pevçûn kêm bûye.