"bo rizgarkirina Mûsilê Amerîkayê 16 hezar pêşmere perwerde kirine"

Wek tê zanîn ku, bajarê Mûsilê ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê hatiye dagîrkirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Her diçe dema proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê nêzîk dibe, rojnameya “New York Times” ragehand ku, bi armanca rizgarkirina wî bajarî Artêşa Amerîkayê 16 hezar perwerde kirine, lê Hikûmeta Navendî ya Iraqê naxwaze ev hejmara mezin ya pêşmergeyan beşdariyê di proseya rizgarkirina Mûsilê de bike.

Derbarê mijarê amadekariyên proseya rizgarkirina bajarê Mûsilê û aliyên beşdar di wê proseyê de, rojnameya “New York Times” raporek belav kir, tê de wiha hatibû gotin: “Bi armanca rizgarkirina Mûsilê Amerîkayê 16 hezar Pêşmergeyên Kurdistanê perwerde kirine.”

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Stev Warin di daxuyaniyekê de li balyozxaneya Amerîka li Bexdayê tekez kir ku, proseya rizgarkirina Mûsilê wê zehmet be, da zanîn ku, li ser daxwaza Hikûmeta Iraqê 3 hezar û 600 leşkerên Amerîkî li wî welatî hene.

Wek tê zanîn ku, bajarê Mûsilê ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê hatiye dagîrkirin.