Li Stenbolê Mûzîka penaberên Sûriyê tê bihîstin

Her çend e rewşa Sûriyê bendora xwe ya xirab li ser jiyana xelkê wî welatî hêştiye û dilê wan eve pênc sal in xemgîn kiriye, lê ev grûp bi mûzîk û stiranên xwe tekez dikin her ciqas rewş xirab û xemgîn jî be, wê rojekê geş û xweş bibe
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b890d403-2d4e-40ad-9c6b-9db19d596f58/muzik%20penaber.ism/manifest

K24 - Stenbol

Hinek penaberên Sûriyê li Tirkiyê, da ku rewşa xwe ya aborî baştir bikin, karên cur bi cur dikin, ji wan jî karê muzîkjeniyê ye. Dema ku roj diçe ava grûpek li ser cadeya Istiqlal a bajarê Stenbolê muzîkî bi awayên cuda lêdixe, xudanê vî karî jî ji ber rewşa xirab a li Sûriyê reviyane, hêviya wan jê ew e ku di tîma xwe ya mûzîkê lipêş bixin.

Endamekî grûpê û stiranbêjê Rab Mihmed Zên ku ew bi xwe ji bajarê Himsê ye ji Ku24ê re wiha got: “Bi rastî me destpêkê gelek zehmetî dîtin, lê me karî em wan zehmetiyan derbas bikin, ez bi karê xwe kêfxweş im û jê hezdikim.

Ji bilî ku, ev tîma mûzîkê dixwaze ku tîma xwe lipêş bixe û dilê xelkê jî bi mûzîka xwe geş bike, ew di wê baweriyê de ne, ku ev kar rewşa wan ya aborî jî baş dike û pêdiviyên wan yê rojane jî dabîn dike, lewma ew hizra xwe dike ku kerê xwe jî firehtir bikin.

Mûzîkjenê alava Kemanî Osama Izeyî ji bajarê Derayê ye derbarê karê xwe ji K24ê re wiha axifî: “Karê min ji her karekî din baştir e, hûn dizanin ku eger ez li xwaringehekê de karbikin ezê bi mûçeyeke kêm kar bikim, ew mûçe nanê min yê rojane dabîn nake, ez ji karê xwe hezdikin û pereyeke baş jê werdigrim.

Her çend e rewşa Sûriyê bendora xwe ya xirab li ser jiyana xelkê wî welatî hêştiye û dilê wan eve pênc sal in xemgîn kiriye, lê ev grûp bi mûzîk û stiranên xwe tekez dikin her ciqas rewş xirab û xemgîn jî be, wê rojekê geş û xweş bibe.