Nesrulah: Ne ji mafê Siûdiyê ye gelê Libnanê ceza bike

Hizbulaha Libnanî rexne li Erebistana Siûdiyê digire û dibêje, heger pirsgirêkên Siûdiyê bi Hizbulahê re hene, ne ji mafê wê ye, gelê Libnanî ceza bike.

K24 – Navenda Nçeyan

Hizbulaha Libnanî rexne li Erebistana Siûdiyê digire û dibêje, heger pirsgirêkên Siûdiyê bi Hizbulahê re hene, ne ji mafê wê ye, gelê Libnanî ceza bike.

Serokê Hizbulaha Libnanî Hesen Nesurah di gotareke telefizyonî de rexne li Siûdiyê girt û got: “Heger pirsgirêkên Siûdiyê yên siyasî bi me re hene, ne ji mafê wê ye Artêş û gelê Libnanî ceza bike.”

Libnanê red kir ku, di her du civînên Komkara Erebî û Rêxistania Kongreya Îslamî denge xwe bide Siûdiyê. Erebistana Siûdiyê jî bernameya pirçekirina artêş û desgehên ewlehiyê yên Libnanê bi 3 milyar dolar rawestand û  daxwaz ji welatiyên xwe yên li Libnanê dimînin kir ku, Libnanê bicih bihêlin.

Herwiha Siûdiyê piştevaniya opozîsyona Sûriyê dike, Hizbulaha Libnanî jî, ji destpêka krîza Sûriyê de li aliyê rêjîma Esed li dijî opozîsyonê şer dike.

Herwiha Nesurah rexne siyaseta Siudiyê li Sûriyê, Yemenê, Behrên kir û ji dehan salan ve,“Tawanên şer” bi mafê Libnan û Filestîniyan dike.