Asayîşa Rojava rêya Serê Kaniyê û Girê Spî girt

Di 28 Sibatê de, hejmarek ji çekdarên DAIŞê karîbûn derbasî nava bajarokê Girê Spî bibin û navçeyên wê kontrol bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniyê, karîn careke din wê deverê ji DAIŞê paqij bikin.

K24 - Serê Kaniyê

 Ji ber ne aramiya rewşa wê deverê û berdewamiya şer di navbera Yekîneyên Parstina Gel (YPG) û DAIŞê de, rêya di navbera bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî hatiye girtin.

Berê ji destpêka vê heftiyê de Fermandariya Giştî ya Asayîşa Rojava çûnûhatina di navbera Girê Spî û Bajarê Serê Kaniyê heta 29ê meha borî qedexe kiribû, lê ew rê heta niha li pêşiya çûnûhatina otombîlan qedexe ye.

Asayîşa Rojava aşkere kir ku, heta ew navçe bi temamî ji çekdarên DAIŞê baqij nebin ew rê wê girtî bimînin.

Di 28 Sibatê de, hejmarek ji çekdarên DAIŞê karîbûn derbasî nava bajarokê Girê Spî bibin û navçeyên wê kontrol bikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya firokeyên hevpeymaniyê, karîn careke din wê deverê ji DAIŞê paqij bikin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan ragehand ku, ku li ser rêya bajarokê Mebrûka û Serê Kaniyê de şer di navbera Yekîneyên Parstina Gel(YPG) û DAIŞê de ji duh ve, destpê kiriye.