Rêyên Sûrê li pêş xwepêşanderan tên girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgariya Diyarbekirê, ketin û derketina navçeya Sûrê, ji bilî niştecihên wê dere qedexe kir.
Parêzgariya Diyarbekirê ragehand, ji bilî kesên ku li navçeya Sûrê rûdinin, ji demjimêr 12 nîvro û pê ve nikarin têkevin navçeya Sûrê.
Hevserokê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş duh banga gelê Diyarbekirê kiribû ku, îro demjimêr 5'ê êvarê, ber bi navçeya Sûrê bimeşin û pêşiya komkujiya wê derê bigrin.
Parêzgariya Diyarbekirê jî ragehandibû, meşa ber bi Sûrê deryasayî ye bang li welatiyan kiribû guh nedin banga meşê.
Ji 2ê Kanûna 2015'an ve li 6 taxên navçeya Sûrê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekariya dewletê û şervanên YPSê de didomin. Heta niha ji 6 taxên navçeya Sûrê kêmzêde 24 Hezar kes koç kirine.