Li hemberî daxuyaniyên Bozdag nerazîbûn

Li Parlamentoya Tirkiyê niqaşên li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Dadgeha Destûra Bingehîn de berdewam in.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/2a9c7ad2-330e-4ae9-8393-70c6c100dff5/WezaretaDade.ism/manifest

K24 - Enqere

Li Parlamentoya Tirkiyê niqaşên li ser daxuyaniyên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên derbarê Dadgeha Destûra Bingehîn de berdewam in. Niqaş bi daxuyaniyên Wezîrê Dadê Bekir Bozdag gurtir bû.

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser berdana Rojnameger Can Dundar û Erdem Gul wekî binpêkirina destûrê û yaseyan nirxand. Bozdag rexneyên Erdogan ên derbarê biryara dadgehê de jî wek mafekî demokratîk anî ziman. Ev daxuyaniyên wezîrê dadê li parlamentoya Tirkiyê bûn cihê niqaşên tund.

Di vê derbarê de Parlamenterê CHPê yê Denizli Kazim Arslan got: "Daxuyaniyên Serokkomar zirar gihandiye giraniya Tirkiyê. Birêz wezîr jî heman çewtiyê dike. Em van daxuyaniyan wekî bextreşiyê dibînin.”

Parlamenterên AKPê demildest bersiv dan van rexneyan û diyar kirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn di serîlêdanên takekesî de, li gorî wekheviyê tevnagere, hinek serîlêdanan dixe rêza pêşî û li ser wê biryarê dide û ev yek jî rê li ber wê yekê vedike ku Dadgeha Destûra Bingehîn veguhere Dadgeha Biryardayînê.

Parlamenterê AK Parti yê Orduyê Ergun Taşçi nerînên xwe yên derbarê mijarê de wiha anîn ziman: “Em vê biryarê wekî biryareke bi wate dibînin. Ev biryar ne di çarçoveyekê yaseyî de ye, biryareke siyasî ye. Li şûna dadgeha cihî, biryardayîn, mudaxelekirina erkê ye.”

Mijar di komcivîna parlamentoyê ya li ser gotûbêjkirinên Bûdçeyê de jî hat niqaşkirin. Parlamenterên opozisyonê û yên AKPê car caran niqaş pêş de birin û rabûn hevdu. Car caran jî di komcivînê de, navber hat dayîn.