Li Tirkiyê egera hilbijartina pêşwext tê axaftin

Tê îdia kirin ku ji ber pêdagiriya li ser anîna pergala serokatiyê, hikûmeta AK Partiyê hewlên hilbijartineke nû ya pêşwext dide.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4a623b71-95a3-40e1-9037-1280da6d1c4d/HilbijartinaPeshwext.ism/manifest

K24 - Enqere

Li Tirkiyê piştî belavbûna Komisyona Destûra Nû, egera hilbijartina pêşwext tê axaftin. Tê îdia kirin ku ji ber pêdagiriya li ser anîna pergala serokatiyê, hikûmet hewlên hilbijartineke nû ya pêşwext dide.

Belavbûna komisyona lihevkirinê ya bo çêkirina destûra nû, rê li ber niqaşên nû vekir. Hat îdiakirin ku heger komisyon jinûve necive, AK Parti wê reşnivîsa Destûrê bide parlamentoyê û bi vê yekê referamdûma bo pergala Serokatiyê û hilbijartinên pêşwext wê bi hev re bên lidarxistin.

Li ser mijarê Parlamenterê CHPê yê Trabzonê Haluk Pekşen da zanîn ku ew ji hemû tiştekî re amade ne û got: “Em ji bo hemû hilbijartinan amade ne. Gel dê biryarê bide. Êdî ji bo em dawî li van mijaran bînin ku AKP li ser me ferz dike, hilbijartin jî pêwîst bike em ê qebûl bikin. Em ji bo vê jî amade ne.”

Parlamenterên AKPê dibêjin, pêwîste destûra nû demildest were amadekirin ku rê li ber pêşveçûna Tirkiyê vebe û diyar dikin ku bo vê yekê referandûm jî di nav de ew dê hemû egerên hilbijartinan binirxînin.

Parlamenterê Ak Parti yê Denizli Cahit Ozkan jî nerîna xwe wiha anî ziman: “Êdî divê rê li ber pêşveçûna Tirkiyê vebe. Divê tu wesiyet neyên qebûlkirin. Referandûm jî di nav de divê ji gel were pirsîn û ji gel hêz were girtin. Ji bo vê yekê divê tu kes ji referandûm û ji hilbijartinê netirs e.”

Parlamenter li ser wê yekê hevra ne û eger heye ku di sala pêş de, hilbijartin were kirin. Lê belê biryara vê yekê wê li gorî pêşveçûnên siyasî bê dayîn.