Turkîya: Hêrişek hate kirin bo ser bingeheka polîsan.

Li bajarê Istanbolê, dû jinan hêriş kirin ser bingeheka polîsan li wî bajarê Turkîyayê û niha polis hewil dide wan bigire.

K24- Istanbul:

Li bajarê Istanbolê, dû jinan hêriş kirin ser bingeheka polîsan li wî bajarê Turkîyayê û niha polis hewil dide wan bigire.

Jêderên nûçeyan li Turkîyayê belavkirine ku evro dû jin li Istanbolê hêriş  kirin ser bingeheka polîsan, lê heya niha aşkera nebûye ew hêriş bi çi rê bûye.

Nûçegihanê Kurdistan 24 ragehand: Ew hêriş li devera Bayrem Paşa, li naverasta Îstanmbolê hatîye encamdan. Niha gelek hêzên asayîşê li wê deverê belav bûne û li gor zanyarîyên dawîyê, herdû hêrişkar di balexaneyekê de hatin dorpêç kirin.

Ev hêriş di demekê de ye ku ji dûhî ve hêzên polîsan û dezgehên asayîşîyên din li seranserê Turkîyayê di amadebaşîyê de ne , dezgehên saloxvanîya Turkîyayê zanîyarî  dane hêzên asayîşê ku dû kes ji sinûrê Suryayê ve derbazî axa Turkîyayê bûne bi armanca encamdana hêrişa tîroristî hatine di nav welat de.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e24a0bbb-18ef-461f-9f71-0b9a70dd174c/hersh%20sar%20bnkay%20polis%20stanbul.ism/manifest