Îran: Kendav Erebî aramiya Libnanê têk dibe

Piştî ku welatên Kendava Erebî Hizbulaha Libnanî bi rêxistineke terorî binav kir. Îran, welatên Kendava Erebî tuhmetdar dike, ku aramiya Libnanê têk dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku welatên Kendava Erebî Hizbulaha Libnanî bi rêxistineke terorî binav kir. Îran, welatên Kendava Erebî tuhmetdar dike, ku aramiya Libnanê têk dibe.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan di telefizyona fermî yê Îranê de got: “Hizbulaha Libnanî pêşengê berxwedana li dijî Îsraîlê ye, ew lehengê şerê li dijî terorê ye û ez pê serbilind im.”

Herwiha Ebdilahiyan welatên Kendava Erebî tuhmetdar dike, ku aramiya Libnanê têk dibe.

Piştî ku Libnanê di du civînên Komkara Erebî û Rêxistania Kongreya Îslamî de, red kir denge xwe bide Siûdiyê. Erebistana Siûdiyê jî bernameya pirçekirina artêş û desgehên ewlehiyê yên Libnanê bi 3 milyar dolar rawestand û daxwaz ji welatiyên xwe yên li Libnanê dimînin kir ku, Libnanê bicih bihêlin.

Duh jî, Encûmena Hevkariya Kendava Erebî, Hizbulaha Libnanî bi hemû serkirde rêxistinên bi ser wê ve, bi rêxistineke terorî binav dike.

Welatên Kendava Erebî diyar nekir ku dê tedabîran li dijî Hizbulah bistînin, lê navên 4 febrîke û 3 kesên Libnanî xiste “Lîsteya reş.”

Siûdiyê di 2ê Çile de, bi tohmetên “teror û têkbirina ewlehiya Siudiyê”  47 kes darvekirin, di nav wan de kesayatiyê Şîe, Nimir Baqir el-Nimir hebû, ev yek jî bû sedema têkçûna peywendiyên Tehran û Riyadê.