Ewropa agirbesta li Sûriyê ligel Rûsyayê dinirxîne

Biryar e sibem Brîtanya, Fransa û Almanya rewşa agirbesta li Sûriyê ligel Rûsyayê binirxînin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e sibem Brîtanya, Fransa û Almanya rewşa agirbesta li Sûriyê ligel Rûsyayê binirxînin.

Berdevka Serokwezîrê Brîtanyayê, îro di konfiranseke rojnamevanî de ragihand, bi pêwendiyeke telefonî de sibe, Serokwezîrê Brîtanyayê Daved Kamîron, Serokê Fransayê François Holand, Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, dê bi zelalî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bibêjin, ku ew dixwazin agirbesta li Sûriyê ber xwe bide û bibe derfetek bo veguhastinek siyasî li Sûriyê.

Kameron duh ragihandibû ku, Agirbest ne li pir baş e, lê birêve diçe.

Herwiha Kameron amje kir, agirbestê gelek grûpên çekdar li xwe negirtiye, lê ti êrîş li çekdarên opozîsyona Sûriyê nehatiye kirin.

Ji destpêka agirbetê li Sûriyê ya ku, di 27ê meha borî de kete warê cîbecîkirinê de, her yek ji rejîma wî welatî û opozîsyona bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin. Lê li gor çavdêrên agirbestê dibînin ku şer û pevçûn kêm bûne.