37emîn Salvegera Mela Mistefa Barzanî li Mêrdînê bibîr hat

Nemir Mela Mistefa Barzanî di 37emîn Salvegera koça dawî, li Qosera Mêrdînê hate bibîranîn û li ser navê wî mewlid hate xwendin. Bernameya bîranînê ji aliyê Platforma Demokratên Kurd (PDKê) ve û bi beşdarbûn saziyên civakî û hate lidarxistin. Di bernameyê de, gelek welatî jî beşdar bûn û ji bo nemir Barzanî mewlid xwendin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/66c29d61-b308-47b2-b932-6b54869398c1/MeleMistefaBarzaniLiMerdinHateBiranin.ism/manifest

K24 – Mêrdîn

Nemir Mela Mistefa Barzanî di 37emîn Salvegara koça dawî, li Qosera Mêrdînê hate bibîranîn û li ser navê wî mewlid hate xwendin.

Bernameya bîranînê ji aliyê Platforma Demokratên Kurd (PDKê) ve û bi beşdarbûn saziyên civakî û hate lidarxistin. Di bernameyê de, gelek welatî jî beşdar bûn û ji bo nemir Barzanî mewlid xwendin.

Beşdaran bal kişandin li ser têkoşîna fermandar Barzanî û girîngiya wî ya ji bo têkoşîna azadiyê.

Rayedarê Platforman Demokratên Kurd Hamit Kiliçarsan ji K24ê re axivî û got: "Îro di dîroka Kurd û Kurdistanê de,  Kesayetekî girîng, serokekî efnanewî ji nava me koçkirî ye. Lê ditîn û rêbaza wî bi awayekî zindî di nav me de ye.  Di vê roja ku bandorê li ser hemû Kurdan dike, em li bal hev in."

Li aliyê din, di çalakiya bîranînê de, têkoşîna nemir Barzanî wekî têkoşîneke pîroz hate destnîşan kirin û amaje bi wê yekê hate kirin ku divê hemû Kurd di şopa têkoşîna wî de bin û doza wî ya dîrokî her zindî bihêle e.

Rêvebirê Komelaya Rojnamegerên Mezopotamyayê Cemil Aydogan got: "Serok Barzanî, nemir berzanî, di dîroka Kurdistanê de, şopeke mezin, berhemeke mezin hiştiye û divê her welatparêzekî Kurd li vê berhemê bibin xwedî û her bi pêş bibin."

General Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara 1903an de, li Barzan jidayik bû. Di hemû jiyana xwe de her têkoşîna azadiyê da. Di 1ê Adara 1979an de, gava ji ber nexweşiya pençeşêrê li nexweşxaneya George Town ya li Washingtona Emerîka dihate dermankirin, koça dawî kir.