Rûsyayê li dijî Tirkiyê reaksiyon nîşan da!
K24 – Enqere
Çend roj berê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemenî de Tirkiye tawanbar kiribû û ragihandibû ku Tirkiye ji terorîstan re di bin navê alîkariya mirovî de piştevaniya çek û cebilxaneyan dike.
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyê Tanju Bîlgîçlî, li hemberî daxuyaniya Lavrov diyar kir ku ew îfadeyên Lavrov resen wernagirin lewre jî daxuyaniyên Lawrov wekî bi meqaed dibînin û dinirxînin.
Ji aliyê Rusyayê li dijî daxuyaniya Bîlgîç bersiveke lezgîn hate dayîn. Berdevka Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova got: "Madem me resen wernagirin naxwe bila Emerîkayê ku hevserokê Grûba Piştgiriya Sûriyê ya Navneteweyî ye resen wergirin. Emerîka jî wekî Rûsyayê hevserokatiya vê komê dike. Belkî Emerîka daxuyaniyên gumantir bike."