Fezlekeya HDPê gehişte serokwezîrtiyê

Fezlekeya ku bo parlamenterên HDPê hatiye amadekirin pêşkêşî serokwezîrtiya Tirkiyê hat kirin.

K24 – Enqere

Fezlekeya ku bo parlamenterên HDPê hatiye amadekirin pêşkêşî serokwezîrtiya Tirkiyê hat kirin.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê derbarê hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag, parlamenterên HDPê Selma Irmak, Sirri Sûreyya Onder û Ertugrul Kurkçû de ku fezlekeya ji bo rakirina mafê parêzbendiyê amadekiribû, ji bo pêşkêşî parlamentoyê bê kirin pêşkêşî serokwezîrtiya Tirkiyê kir.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bi îdiaya endamtiya rêxistinê û gel teşwîqî kîn û dijminiyê kiriye, derbarê hevserok û 3 parlamenterên HDPê de fezleke amade kiribû û ji wezareta dadê ya Tirkiyê re şandibû.

Piştî serokwezîrtiya Tirkiyê ew fezleke wê ji bo parlamentoya Tirkiyê bê şandin. Ger li parlamentoyê ev daxwaz hat pejirandin, wê mafê parêzbendiyê yê parlamenteran bê rakirin.

Berî niha jî daxwaza rakirina mafê parêzbendiyê yê 21 parlamenterên HDP û 2 parlamenterên CHPê hatibû kirin.