Rûsya: Agirbest rê li pêş çareseriya siyasî vedike

Mosko dibêje, Rûsya û welatên Ewropayê îro derbarê agirbesta li Sûriyê tekez kirin, ku agirbest dê rêya ji çareseriyeke siyasî re veke.

K24 – Navenda Nûçeyan

Mosko dibêje, Rûsya û welatên Ewropayê îro derbarê agirbesta li Sûriyê tekez kirin, ku agirbest dê rêya ji çareseriyeke siyasî re veke.

Kremlinê îro di daxuyaniyekê de ragihand, Rûsya ligel Fransa, Almanya, Birîtanya û Îtayayê ve, tekez kirin ku encamên agirbesta li Sûriyê de erênî ne, herwiha ev encam jî dê rêyekê bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê veke.

Duh hat ragihandin ku, welatên Ewopayê dê bi zelalî ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re bibêjin, ku ew dixwazin agirbesta li Sûriyê ber xwe bide û bibe derfetek bo veguhastinek siyasî li Sûriyê.

Di daxuyaniya Kremlinê de hat jî, di baweriya Rûsyayê de jî, hilbijartinên perlementoya Sûriyê yên biryar e di meha Nîsanê de birêve biçe, dê proseya çareseriya siyasî li Sûriyê têk nebe.

Li gor daxuyaniya Kremlinê amaje li ser girîngiya berdewamiya şerê li dijî grûpên teroristî li Sûriyê wek (DAIŞ û Eniya el-Nusrayê) kir.