Topxaneya Artêşa Tirkiyê gundekî Efrînê topbaran dike

Topxaneya Artêşa Tirkiyê careke din gundekî Efrînê li navçeya Şera dide ber topan.

K24 – Efrîn

Topxaneya Artêşa Tirkiyê careke din gundekî Efrînê li navçeya Şera dide ber topan.

Li gor çavkaniyên ji Efrînê ji K24ê re ragihandine, ku Artêşa Tirkiyê îro piştî nîvro careke din gundên Efrînê armanc kirin, ku bi 4 topan gundê Êkmedaşê ya navçeya Şera armanc kir. Lê encamên wê topbaranê nehatin zanîn.

Navenda şopandina agirbestê yê Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku, Tirkiye hîn jî bi top û hawanan êrîşî gundên kurdên li bakurê Helebê dike.

Piştî HSD û YPGê, li bakurê Helebê dest bi operesyonek destpêkirbûn, Artêşa Tirkiyê jî bi berdewamî herêma Efrînê topbaran dike.

Herwiha li navçeya Şiyê, Artêşa Tirkiyê li dirêjahiya 3 k.m û panahiya 50 ta 300 mitrî, derbasî nava xaka navçeya Şiyê ya Efrînê bûne û bi bildozeran darên zeytûnan hildikin û dîwarekî ava dikin.