Li Enqerê fîlmê "Li Colemêrgê Demsalek"

Sînemaya Kurdî di nav gelek zor û zehmetiyan de tê çêkirin û her car rûbirûyê qedexeyan dibe. Yek ji wan filmên ku bi salan hat qedexekirin jî filmê bi navê “Li Colemêrgê Demsalek” bû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c5cc382d-79c7-43ae-9b7b-f5ebf17250c8/FilmaLiColemergeDemsalek.ism/manifest

K24 – Enqere

Sînemaya Kurdî di nav gelek zor û zehmetiyan de tê çêkirin û her car rûbirûyê qedexeyan dibe. Yek ji wan filmên ku bi salan hat qedexekirin jî filmê bi navê “Li Colemêrgê Demsalek” bû.

Ev fîlm di sala 1982an de ji aliyê derhêner Erden Kiral ve ku ji pirtûka Ferît Edgû hatiye wergirtin hatiye çêkirin. Herçiqas vî filmî di sala 1983an de ji Festîvala Fîlman ya Berlinê 4 xelat wergirtibin jî li Tirkiyê bi salan hat qedexekirin. Filmê ku li Tirkiyê pênc salan qedexeya li ser ranebû bû li Enqereya paytexta Tirkiyê li Navenda Huneran a Nûjen hat pêşkêşkirin.

Fîlmê ku li Enqerê hat pêşkêşkirin ji aliyê temaşevanan ve bi germî hat pêşwazîkirin. Temaşevanan li ser vî fîlmî dîtin û ramenên xwe bo Kurdistan24ê rave kirin. 

Temaşevaneke jin derbarê film de got: "Li Enqerê tiştên ku li ser Kurdistanê bên pêşkêş kirin helbet gelek xweş in. Herwiha ku fîlmê “Li Colemêrgê Demsalek” be hê xweştir e. Ji ber ku heta niha min qet Colemêrg nedîtiye."

Jineke din jî wiha dibêje: "Min ev fîlm berî niha bi çend salan temaşe kiribû. Min xwest careke din temaşe bikim. Bi rastî berhemeke gelekî balkêş e. Ji ber ku ev fîlm di serdema qedexeyên ku li ser Kurdî hebûn û di wê demê de axaftina bi Kurdî sedema kuştinê bû hatiye çêkirin."

Di vî filmî de qala peywendiyên mamosteyekî sirgunkirî tê kirin û herwiha mercên dijwar ên xwezayê û gelê wê deverê tê rave kirin, ku ev mamoste jî ji vê deverê re biyanî ye.

Temaşevanekî mêr jî nerînên xwe wiha tine ziman: "Ligel qedexeyên wê demê û niha jî herçiqas li ser zimanê Kurdî asteng hebin jî, filmekî bi vî awayî ku behsa Kurdistanê dike û niha ev fîlmê ku li Enqerê tê pêşkeşkirin cihê şanaziyê ye."

Herwiha ev fîlm li gundekî ser Colemêrgê di demsala zivistanê de hatiyê çêkirin. Mijara vî fîlmê ku qala serpêhatiyan dike xwe dispêre jiyana rastî.  Pirtûka fîlmê ku behsa erdnîgeriya Kurdistanê dike bo çar zimanan hatiye wergerandin loma hêjayê temaşekirinê ye.