Di rizgarkirina Mûsilê de 30 hezar leşker beşdar dibin

Bajarê Musilê ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê hatiye dagîrkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ragehand ku, 30 hezar leşker wê beşdariyê di proseya rizgarkirina Mûsilê de bikin, ew leşker ji (8-12)lîwayên Artêşa Iraqê û du lîwayên pêşmerge pêk tê.

Derbarê hejmara çekdarên ku wê beşdariyê di şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê ji DAIŞê de bike, Berdevkê Serkirdeyê Hevpeymaniya Navdewletî Christopher Carver kongreyeke rojnamevanî de wiha got: "Welatiyê Iraqê heta niha biberhevkirina pilana rizgarkirinê re mijûlin, xelik çaverêdikin ku dawî ya vê salê Mûsil ji DAIŞê baqij bibe, lê ev yeke di destê Amerîkayê de ye."

 Derbarê hejmare leşkerên ku, wê di proseya rizgarkirinê de beşdarbin Carver da zanîn ku,  30 hezar leşker wê beşdariyê di proseya rizgarkirina Mûsilê de bikin, ew leşker ji (8-12)lîwayên Artêşa Iraqê û du lîwayên pêşmerge pêk tê.

Berdevkê Serkirdeyên Hevpeymaniya Navdewletî aşkere kir ku, DAIŞê malbatên çekdarên xwe ji Mûsilê ber bi Reqayê ve dibe û mûçeyeke kêm jî dide wan.

Bajarê Musilê ji Hezîrana 2014an ve ji aliyê DAIŞê hatiye dagîrkirin.