Kadir Înanir daxwaza aştiyê dike

Li Bajarê Nürnberg yê Almanyayê di destpêka Festîvala Filmên Tirk û Alman de, xelata rûmetê bo aktor Kadir Înanir hat dayîn. Înanir piştî wergirtina xelata xwe daxwaza aştiyê kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9ad05a04-21d2-4aab-aca1-a4e251626a42/KadirinanirDaxwazaAshtiyeDike.ism/manifest

K24 - Enqere

Li Bajarê Nürnberg yê Almanyayê di destpêka Festîvala Filmên Tirk û Alman de, xelata rûmetê bo aktor Kadir Înanir hat dayîn. Înanir piştî wergirtina xelata xwe daxwaza aştiyê kir û soz da ku derbarê penaberan de fîlmekî tomar bike.

Festîva ku ev 21 sal e tê sazkirin îsal jî bi organîzekirina Adil Kaya û Ayten Akyildiz û bi beşdariya gelek sînemahezan destpê kir. Di destpêka Festîvalê de, komek ji Kurd û Almanan pêk tên bo balê bikişînin ser operasyonên Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê çalakiyek kirin.

Paşê lîstikvanê navdar Kadîr Înanir hêjayî xelata rûmetê hate dîtin. Kadir Înanir xelata xwe ji destê sînemagerê navdar yê Alman Mario Adorf wergirt û axaftinek kir.

Înanir di axaftina xwe de pêdiviya bi aştiyê anî ziman û bo penaberan sozek da: “Ji bilî bikaranîna gotina aştiyê, ji bilî daxwaza me ya  jiyaneke bihevre ya di şert û mercên wekhev de tu pirsgirêka me nîn e. Em ê vê çareser bikin. Teqez em ê vê çareser bikin. Herwiha piştî hewa baş bibe, ez ê derbarê penaberan de fîlmekî baş tomar bikim.”

Piştî Kadir înanir Şaredarê Nürnbergê Ulrich Maly jî bal kişand ser pirsgirêkên penaberan û daxwaza xwedîliwan derketinê kir: “Ji dêvla bo penaberan alîkarî were kirin, roj bi roj dijminahiya li hemberî wan zêdetir dibe. Ev dinya roj bi roj ber bi globalbûnê ve diçe, pêwîste em li gorî vê yekê jiyana xwe berdewam bikin.”

Di festîvalê de, fîlmên Kadir Înanir jî di nav de gelek fîlmên bi nav û deng hatin pêşandan.

Kadîr Înanir di 182 fîlman de rol girtiye lê belê ji bilî sînemageriya xwe, bi baldarî û hesasiya xwe ya bo kêşeyên civakî jî tê rojevê. Herwiha dema prosesa aştiyê di nav koma mirovên aqilmend de cih girt û di her platformê de bi dengekî bilind daxwaza aştiyê dike.