Barzanî: Mafê kesî nîne bi dudilî li mafên gelê Kurdistanê binêre

Bi helkefta hatina bîranînên Adar û Newroz Serokê Herêma Kurdistanê bi peyamekê, pîrozbahiyê li hemû gelê û pakrewanên Kurdistanê kir û serxweşî bo malbatên şehîdan û hemû Pêşmergeyên qehreman xwast û hêviya serkeftin û xweşiyê xwast û ragihand ku, ti kes yan aliyek mafê wê tune ku bi gûman û dudilî li mafên gelê Kurdistanê binêre.

K24 – Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê bo boneya hatina maha Adarê, peyamek belav kir û ragihand, divê hemû alî bizanin, ku ew bac û qurbaniyên gelê Kurdistanê dane, ji serxwebûnê mezintir e, hemû cîhan ji ber wê çarenivîsa pir ji trajediya li ser gelê Kurdistanê da hatiye, berpirs e.

Barzanî diyar kir, ku bîranînên îsal di demekê de tên ku ku bi qehremaniya Pêşmergeyê Kurdistanê metirsîdartirîn hêza terorîstiya dîrokî tê şikandi. Herwiha Ew serkeftina mezin jî hevdem e bi hewla berdewamiya neyaran ji bo zêdetirkirina guvaşan li ser gelê Kurdistane. Gelê Kurdistanê xweragir bû û Pêşmerge bi merdane û dilêrane bi xwîna xwe Kurdistanê diparêzin.

Barzanî di peyama xwe de amaje kir, pêwîst e bi hemû karîn, piştevaniya Pêşmerge were kirin, herwiha wek ku çawa rûbirûyê terorîstên DAIŞê dibin, bo parastina Kurdistanê divê bi wî awayî jî rûbirûyê gendeliyê bibin.