Serkirdeyekî PDK-S li Efrînê hat girtin

Ebdulrehman Apo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye, ev siyemîn car e ji aliyê Asayîşa Efrînê ve tê girtin.

K24-Efrîn

Asayîşa bajarê Efrînê Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê li Sûriyê(PDK-S) Ebdulrehman Apo li bajarê Efrînê girt.

Derbarê girtina wî ofîsa Regehandinê PDK-S li bajarê Efrînê daxuyaniyek belav kir tê de girtina Endamê Komîteya Navendî Ebdulrehman Apo ji aliyê Asayîşa wî bajarî ve şermeza kir.

Di daxuyaniya PDK-S ê de wiha jî hatiye gotin: "Heval Ebdulrehman Apo yek ji mirovên bi mêrxasî, kurdperwerî û berevaniya di ber mafê gelê xwe de naskirî ye."

PDK-Sê di daxuyaniya  xwe de daxwaza berdana Endamê Komîteya Navendî ya partiya xwe kir, herwiha daxwaza berdana her 7 endamên xwe yên berî niha li bajarê Efrînê û Helebê ji aliyê heman asayîşê ve hatibûne girtin, kir.

Ebdulrehman Apo Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê ye, ev siyemîn car e ji aliyê Asayîşa Efrînê ve tê girtin. Herî dawî, di 8 Îlona 2013an de, ligel bêhtir ji 60 endamên PDK-Sê hate girtin û 4 mehan di zîndanê de me.