Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso koça dawî kir

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso piştî gelek xebat û nivîsandin, koça dawî kir û li bajarê qamişlo bi axê hate sipartin. Helbestvanê kurd yê navdar Mihemed Elî Hiso, li bajarê qamişlo piştî temenekî dirêj di siyaset û nivîsandina helbestan de bihûrand koça dawî kir.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/8905c0db-898e-4290-a0c8-7307cbe95f54/Helbest%20Eli%20Hiso.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Helbestvanê Kurd Mihemed Elî Hiso piştî gelek xebat û nivîsandin, koça dawî kir û li bajarê qamişlo bi axê hate sipartin.
Helbestvanê kurd yê navdar Mihemed Elî Hiso, li bajarê qamişlo piştî temenekî dirêj di siyaset û nivîsandina helbestan de bihûrand koça dawî kir.

Mihemed Elî Hiso li gundê mozan li Rojavayê Kurdistanê di sala 1930 de ji dayik bû. Di jiyana xwede 4 berhemên helbestan çap kirine û reşnivîsek jî li ber çapê hebû. Herwiha yek ji kevintirîn kes yên ku beşdarî tevgera siyasî bibû ligel Osman Sebrî û Cegerxwîn û Nûredîn Zaza di sala 1957an de, dema Partiya Demokrata Kurd hatibû damezrandin.
Derbarê jiyana Helbestan Mihemed Elî Hiso, Helbestvan Seydayê Dilbirîn ji K24ê re axivî û got: “Mihemed Elî Hiso dema ku çavên wî vekirin, tevlî tevgera Kurdî bi karekî berfereh di sala 1957an de bû û yek ji wan kesê ku piştgirê û alîgirê damezrandina Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê bû.

Helbestvanê kurd Mihemed Elî Hiso bi 4 dîwanan jiyana 86 salî bi dawî kir û qewêtiya dawî ji gelê kurd re weha dibêje:
“Hêviya min ku ti carî çavên we ne şikin û ti carî ji dijminan bawer nekin.”
Kurê Mihemed Elî Hiso û neviyê wî dibêjin ku, ew di zîndana Mezê de hevalê Dr.Nûredîn Zaza bû ji sala 1958an ta 1960 de mabû.

Mihemed Elî Hiso tevî ku ew tekane law bû ji dê û bavê xwe re, leşkeriya Sûriyê kir û li leşkeriyê fêrî Zimanê Kurdî bû. Herwiha dora 20 leşkerên Kurd jî li ser destê wî fêrî Zimanê Kurd bûn. Di  sala 1960 de dest bi nivîsandina helbestê kir ku li ser destê şêx û meleyan hînî elfabêya helbestê bûbû.