Parlamenterên jin behsa rola jinan dikin

8ê Adarê Roja Jinên Kedkar nêzîk dibe, digel nêzîkbûna roja jinan, rola jinan a di qadên jiyanê de hat rojevê. Gelo jin di qadên jiyanê de çiqasî dikarin nûnertiya xwe bikin?
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/da66cbe1-fc9f-426f-8685-c93f8e388cd8/8E%20ADARE%20ROJA%20JINEN%20KEDKAR%20YA%20CIHANI.ism/manifest

K24 - Enqere

8ê Adarê Roja Jinên Kedkar nêzîk dibe, digel nêzîkbûna roja jinan, rola jinan a di qadên jiyanê de hat rojevê. Gelo jin di qadên jiyanê de çiqasî dikarin nûnertiya xwe bikin? Jinên parlamenter rola jinan a di siyasetê de ji Kurdistan24ê re rave kirin.

8ê Adarê çawa li tevahiya cîhanê bû roja jinên kedkar. Di 8ê Adara 1857an de li NewYorkê di kargehekê de grevek destpê dike û karkerên jin rastî êrîşa polîsan tên. Di êrîşê de agirekî mezin derdikeve ku di encama wê de 129 jin jiyana xwe ji dest didin.

8ê Adarê, di sala 1910an de li Kopenhagê wek “roja jinan” tê qebûlkirin û di her du serdemên şerê cihanî yên yekemin û dûyemîn de li gelek deveran bibîranîna vê tê qedexekirin. Roj, di sala 1977’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî tê îlankirin.

Herwiha ev roja ku li Tirkiyê ji sala 1921ê heta niha tê pîrozkirin di rojeva sîyasetmedarên jin de bû. Parlamentera CHPê Şenal Sarihan derbarê vê rojê de got: “Pêşî 8ê Adarê ji niha ve li hemû kesan pîroz be, em pêşniyaz li parlamentoyê dikin ku 8ê Adarê bi awayekî fermî bibe betlane. Em dixwazin balê bikişînin ser wan zoriyan ku jin bi wan re rûbirû dimînin.”

8ê Adarê li 21 dewletan betlaneya fermî ye. Koma CHPê û HDPê jî pêşniyaz li parlamenrtoyê kir ku wekî wan dewletan li Tirkiyê jî 8ê Adarê bibe betlaneya fermî. Gelo rola jinan ya di nav siyasetê de û zêdebûna hejmara parlamenterên jin dikare bandoreke çawa li ser pirsgirêkên jinan bike?

Parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu bersiva vê pirse dide: “Temsîla jinan di hemû qadan de gelekî giring e, em dibêjin bila jin li her qadên jiyanê derkevin pêş. Ji ber ku civakek encax bi vê yekê dikare pêşve biçe. Heger hejmara parlamenterên jin li parlamentoyê jî zêde bibiyana wê gelek problemên heyî çareser bibana.”

Ji aliyê din ve, li Enqerê meşa ku bo 8ê Adarê dihat plankirin ji ber metirsiya bombeyê ji aliyê walitiyê ve hate betalkirin. Rêxistinên jinan li ser vê yekê daxuyaniyek dan û diyarkirin ku ew ê guh nedin qedexeyê û bangî hemû jinan kirin ku wekî hemû salan bên û meşa xwe lidar bixin.

Parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu