Veberhêner dixwazin berhemên xwe bişînin Başûr

Li Qosera Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê mezintirîn navenda bazirganiya zad ya Tirkiyê hatiye çêkirin û bi sed hezaran ton garis di depoyan de ye.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/418be69a-f039-4c69-897b-a3a3bb87efe3/HilberinaGaris.ism/manifest

Îbrahîm Aydogan / K24 – Mêrdîn

Li Qosera Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê mezintirîn navenda bazirganiya zad ya Tirkiyê hatiye çêkirin û bi sed hezaran ton garis di depoyan de ye.

Li Qoserê di salên dawî de herî zêde çandiniya garis tê kirin. Piştî ku garis tê berhev kirin li depoyan tê bicihkirin lê ji ber ku kiryarên wê ne zêde ne gelek caran têk diçe. Hilberînerê herêmê dibêjim ew piraniya garisê xwe bo Başûrê Kurdistanê dişînin, lê belê ji ber şer û pevçûnan bazara garis gelekî kêm bûye û garisê wan di depoyan de dirize.

Serokê Komeleya Zad û Navenda Bazirganiya Genim Mehmet Şerif Oter anî ziman ku cotkar di demeke gelekî nebaş de derbas dibin: "Îro rewşa bazarê nebaş e. Ji ber rewşa nebaş dewletê ew belgeya kiryarê ya navxweyî ya gumrikê betal kir. Ji ber vê yekê hinardeya garis ya bo bazara Kurdistana Iraqê sekini û  Başûrê Kurdistanê êdî ji Ukrayna û Rûsya garis dikere.  Ji ber vê yekê garisê cotkarê me jî di embaran de dimîne."

Hilberîner û cotkar jî bi gilî û gazincin ku berhemên wan deste wan de maye û ew nikarin bifiroş in: Hilberînerek wiha dibêje: “100 milyar deynê min heye û ez nikarim deynê xwe bidim. Garis nayê firotin em ê çawa deynê xwe bidin. Bangewaziya me ji bo Davutogu û rayedarên li ser cotkaran dixebitin heye, Em dixwazin ev karê me bimeşe û em perîşan nebin.

Cotkar û hilberînên Bakurê Kurdistanê di salên dawî de, bi gelek kêşeyan re rûbirû dimînin. Digel zêdebûna lêçûnên wan, ji aliyekî cezayên elektrîkê yên bi qasî 100 hezar lîreyên Tirk ji wan re tê û li aliyê din ji ber şer û pevçûnan berhemên wan di destê wan de dimîne û pert û perîşand dibin.