30 hezar leşker beşdarî rizgarkirina Mûsilê dibin

Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku 30 hezar leşker dê beşdarî proseya rizgarkirina Mûsilê bibin û ew leşker ji 8-12 lîwayên artêşa Iraqê û du lîwayên Pêşmerge pêk tên.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku 30 hezar leşker dê beşdarî proseya rizgarkirina Mûsilê bibin û ew leşker ji 8-12 lîwayên artêşa Iraqê û du lîwayên Pêşmerge pêk tên.

Berdevkê Serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî Christopher Carver di civîneke çapemeniyê de axivî û got: “Welatiyên Iraqê heta niha biberhevkirina plana rizgarkirinê re mijûl in, xelk çaverê dikin ku dawî ya vê salê Mûsil ji DAIŞê baqij bibe, lê ev yek di destê Emerîkayê de ye.”

Derbarê hejmare leşkerên ku, dê beşdarî proseya rizgarkirinê bibin jî Carver da zanîn ku,  30 hezar leşker wê beşdarî proseya rizgarkirina Mûsilê bibin û ew leşker ji (8-12) lîwayên artêşa Iraqê û du lîwayên Pêşmerge pêk tên.

Berdevkê Serkirdayetiya Hevpeymaniya Navdewletî eşkere kir ku DAIŞê malbatên çekdarên xwe ji Mûsilê ber bi Reqayê ve dibe û meaşekî kêm jî dide wan.