PAKê li Wanê Mele Mistefa Barzanî bibîr anî

Rêxistina PAKê ya Wanê roja 5ê Adara 2016ê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo bibîranîna Mele Mistefa Barzanî çalakîyek saz kir.

K24 - Wan

Rêxistina PAKê ya Wanê roja 5ê Adara 2016ê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji bo bibîranîna Mele Mistefa Barzanî çalakîyek saz kir.

Çalakîya bibîranînê li avahîya Rêxistina Wanê ya PAKê birêve çû. Di çalakîyê gelek kes û endam û dostên PAKê amade bûn. Çalakî ji bo rêzgirtina Şehîdên Kurdistanê dest pê kir û sirûda netewî ya Kurdistanê Ey Reqîb hat xwendin.

Di destpêka bernameya çalakîyê de Serokê Rêxistina PAKê ya Wanê M.Kasım Kahramaner axaftinek kurt kir. Piştre jî endamê PAKê Nevzat Akman bi Kurdî û endama PAKê Hülya Kayaap bi Tirkî daxuyanîyek xwendin.

Piştî daxuyanîyê di derbarê jîyan û Mele Mistefa Barzanî de sîenevîzyonek hat nîşandan. Di dawîya bernameyê de jî Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Salih Özgökçe li ser jîyana Mele Mistefa Barzanî agahî dan beşdarvanan.

Çalakî bi sohbetekê berdewam kir û beşdarvanan jî bi axaftin, pirs û bersivên xwe eleqeyek mezin nîşan dan. Çalakî di atmosfereke germ de derbas bû û piştî sohbetê bidawî hat.