Barzanî: Pêşmerge ji Artêşa Iraqê serkeftîtir e

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bo şandina çek bo Pêşmerge, rexne li Baxdayê digire û dibêje, heta niha ti çekekî giran û pêşkeftî negihêştiye destê wan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0b8edd98-0155-400e-9670-e23312a63a91/Masrour%20Barzani%20ViceNews.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bo şandina çek bo Pêşmerge, rexne li Baxdayê digire û dibêje, heta niha ti çekekî giran û pêşkeftî negihêştiye destê wan.

Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê ligel malpera Amerîkî “Vice News” de, tekezî li ser pirçekirina hêza Pêşmerge dike û got: “Ew çekên bidest Pêşmerge de zor kevin in, ev jî cihê mixabînê ye, çûnkî hemû kes şanaziyê bi Kurd dikin û dibêjin karîgertirîn hêza bejayî ye li dijî teroristên DAIŞê.”

Herwiha Barzanî got: “Gava mijar tê ser pirçekirina Kurd, mixabin çekê giran nadin, ku me çendîn car e daxwaza çekê karêger û pêşkeftî kiriye.”

Barzanî raxne li awayê şandina çekan digire, ku bi riya Bexdayê digihin Herêma Kurdistanê, lê nizanin ku ew çek bo Pêşmerge naye birêkirin.

Barzanî hevrûkirin di navbera hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Artêşa Iraqê dike û dibêje: “Artêşa Iraqê ku niha hewl dide serkeftinê li çend navçeyan bi dest bixe, lê Pêşmerge di têkbirina terorê de karîgirtir bûye û serkeftinên balkêş bidest xistiye.”

Barzanî tekezî li awayê pirçekirina hêza Pêşmerge kir û got: “Ligel destkeft û serkeftinên Pêşmerge bidest xistiye, tênagihin ku çawa divê ew pêwîstiyên şer di Bexdayê re derbas dibin û rasterast nayin şandin bo Kurdistanê?”

Barzanî amaje bi hatina DAIŞê kir û got: “Heger em bi paşve vegerin û binêrin, DAIŞ bo çi li vir e û sedema wê çi ye. Bi min ew e, koka wê bêtir siyasî ye, ew ji ber valahiya li sikandina siyastên di warê aborî, civakî û ewlehiyê û bicihêştinê, bûye sedema derketina vê cureyê terorê. Tenê heger DAIŞê were jinavbirin, divê pirsgirêk di kokê çareser bibe, heger çareseriyeke guncaw neyê kirin, dê careke din grûpekî hevşêwe derbikeve.”