Marwa Brîm: Dixwazim bi xulxula çemê Feratê kul û derdên welêt bişom

Helbestvana Kurd Marwa Brîm, ji gundê Hecîka ya herêma Efrînê, ji bêhtirî 20 salan ve û di ciwaniya wê de, hesta bihîstinê ji guhê wê bar kir, lewre bi dilê xwe deng û awazan dibihîse. Marwa Brîm di wê derbarê de, nabêje ew ne kêmendambûn e, berovajî wê dibêje ew cudewaziyek e jê re, herwiha gotina Socrates ji me re bibîr tîne û dibêje "Ez diramim ez heme"

K24 – Efrîn  

Helbestvana Kurd Marwa Brîm, ji gundê Hecîka ya herêma Efrînê, ji bêhtirî 20 salan ve û di ciwaniya wê de, hesta bihîstinê ji guhê wê bar kir, lewre bi dilê xwe deng û awazan dibihîse. Marwa Brîm di wê derbarê de, nabêje ew ne kêmendambûn e, berovajî wê dibêje ew cudewaziyek e jê re, herwiha gotina Socrates ji me re bibîr tîne û dibêje "Ez diramim ez heme"

Demeke dirêj helbestê bi zimanê Erebî dinivîsîne, lê bi kedeke gelek zehmet xwe bi xwe fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmak kir, piştre jî bi alîkariya hin mamosteyên Zimanê Kurdî fêrî rêzimên jî bû û ji demekê de helbestê bi Kurdî dihûne.

Marwa Brîm li ser xwe ji K24ê re derbarê pênasîne xwe de, dibêje: Mirov nikare di hevokekê de xwe kurt bike, lê dikarim bibêjim, Marwa tiştek ji her tiştî ye, ango kurtkirina gerdenê di xwe dibînim.

Marwa Brîm derbarê di siya bûyerên ku niha li Rojavayê Kurdistanê rû didin, ji êrîş, dorpêçkirin û koçberiyê. Helbestên bangî hezkirin û aştiyê dikin, dikarin nameyên xwe bigihînin de, dibêje: Ez bi bawer im ku windakirina evînê, sedema têkçûna jiyanê ye, loma helbest û xwendevan di siya helbestên evînî aştîxwaziyê de xilmaş dibin. Ji ber ku evîn dermanê kulên herî dijwar e. evîn bi wateyên kûr û fereh e.

Marwa Brîm zincîreyek ji nameyên ji Rewşen Bedirxan û çemê Feratê re dinivîse û ji berûber di rojname û Facebookê de diweşîne, li ser wan nameyan, Marwa Brîm dibêje: Di rojnameya Rewşenê de ya ku li Efrînê tê çapkirin, ez nameyine wêjeyî ji Rewşen Bedirxan re dinivîsim, ew jî ji ber ku dixwazim bi kesayetiya wê ya Kurdhez û perwer re, jiyaneke kesk vejînim. Ji aliyekî din ve, tarîtiyê kevir dikim.

Ferat jî wek Rewşenê cihekê di koşeyên giyana min de girtî, Ferat kula Kurdistanê ya tevî kevnar û dêrîn e. Tenê wê dîroka Kurdan bi pêlên xwe nixumandiye, loma ez gerdenek helbest bi pênûs û hestên xwe dinivîsim, da ku stûyê wê pê bixemlînim.

Li ser awayê nivîsandina helbestê, Marwa Brîm amaje dike û dibêje: Ez dibînim ku pir girîng e şêweya xwendina helbestê bê guhartin, hêsanî helbestê sivik dike û zû berba dibe.

Marwa Brîm li ser nivîsandina helbestê bi Erebî yan bi Kurdî, bêhtir xwe di kû de dibîne, diyar kir û got: Birastî nivîsandina helbestê bi Kurdî ez tev de dizîm, ji bilî nameyên min ên Rewşenî, ez nikarim bi Erebî binivîsînim. Ez pir kêfxweş dibim ku zimanê dayikê her wiha ez hembêz kirime. Tabî Zimanê Kurdî min bêhtir dihejîne, wek çawa şemalên Buharê darpelîsanan dihejînin û bihnxweşiyê berhev dikin.

Marwa Brîm xwe wek helbestvaneke pabend bi doza gelê xwe, xwe dibîne û axivî: Gava dikevim riya nivîsandina helbestê, ji hemû jiyanê mijûl dibim û jiyaneke awerte dafirînim, carinan dibe welat, siya darekê, ewrekî spî di sîngê Tebaxê de, deryayeke dîn pêlan dicû, beraveke bi şûnpêyan westî. Helbest her tiştek e. helbest kiras e, carinan jî ez kirasê wê me, helbest sermediya min e.

Marwa Brîm amaje bi helbestvanên jin yên Kurd kir, ku jina Kurd bi strana di ber hejandina derkûşê zarokan re, bi lorandina windakirina hêjekî li ser dilê wan, bi vegotina çêrok û serpêhatiyên mêrxwaz û lehengên Kurd, kelepûra Kurdî bi destanên bêhempa dewlemend kirine. Lê niha mixabin wêjeya Kurdî bi tiliyên jinan baş nehatiye vekolandin. Lê pênûsine nûjen hene hêvîdar im ku ew aliyên bejî ji gulistanên wêjeyê baş av bidin.

Helbesta Marwa Brîm ya bi navê “Awazên Welêt” di mîhrecana Roja Helbesta Kurdî li Efrînê di 21 Cotmeha 2015an de, ji aliyê wê ve hat xwendin.

Herwiha di mehrîcanê de jî Marwa Brîm hat xelatkirin.

 

Awazên welêt

 

Gava Şevnişînên 
te lal dibin 
Tarî di guhên te de 
Dike kûzkûz....
Bi çarlepan 
Bi roniya heyvê re
Dizivirim hemêza te 
Bi pesar û kendalên LÊLÛNÊ 
Bi niknika HAWARÊ 
Giyanê min dipeçinî 
Welatooooo.....!
Zimanê çira te
Kûrik dikim
Ta berbangê.... 
Tûrikê bîranînan çirmîş dikim
Bi kela dilê xwe dikeyim 
Ji memikên helbestê 
Awazan dadirivînim
Lêvên sibehên terikî 
Welatooooo....!

Û 
Gava tû Lavêjên 
SEM'ANÊ nasik dicû
Pêdariya min hêvî dikî
Teneyên tizbiya Bendewariyê 
Di ser hev werdikî
Di guhên min de dikin 
Çikçik...
Çekiya dapîrê
Di eniya te de dipelînim
Radimûsim
Kulxanê bi demsalên 
Koçberiyê dixînim 
Û bi sîngê te ve
Çarmîx dibim
Welato.......!
Çarmîx dibim

Lê....
Gava tu destana DELÊL
Ji paşela xwe derdixî 
Werzên evînê dawdişînî
Koşika dilê min
Ez dizanim
Tu jî wek min 
Li benda DELÊL e
Ji qabqabûskên qiraxên te
Xwedêwenda evînê serî hildide 
Bi lêdana dilê EDÛLÊ re
Kayîkê dike...
Û ez....
Riyan ji bin pêyên koçberiyê 
Dikşînim
Binçeng dikim
Kulxanê bi boxçikan dixînim
Û xurxura DANOB
Dikim qurban
Xulxula destarê te 
Welatooo......! 
Bi dilopên baranê re
Di xaka te de dihelim 
Li benda Nameyên BUHARÊ 
Bi fîxana dilê te 
Mijûl dibim 
Welatooooo.......! 
Mijûl dibim 
Mijûl