Lavrov:Divê Kurd vê carê li Cenêv3 beşdar bibin

Her yek ji Rûsya û Amerîka daxwaz kir bûn ku, bi zûtirîn dem civînên proseya aştiyê li Sûriyê dest pê bikin, ku biryare 10ê vê mehê de li Cenêvê bi rêve biçnin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Wezîrê Deve yê Rûsyayê daxwaza beşdarbûna Kurdan di gera duyemîn ya civînên Cenêv3 ji hevtayê xwe wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry kir.

Derbarê vê mijarê de ajnsa Rûsya El-yeum di nûçeyekî xwe de tekez kirk u, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergy Lavrov daxwaz ji Wezîrê Amerîkayê kirye John Kerry ku, pêwîste aliyên din ên opozîsyona Sûriyê di gera duyem a civînên Cenêv3 beşdar bibin, di nav wan de jî Kurd.

Derbarê cîbecîkirina agirbesta li Sûriyê wezareta Derve ya Rûsyayê da zanîn ku, rewş bi giştî başe, pêbendî bi agirbetê şer û pevçûn bi awayeke berçav li wî welatî kêmkir ye. Herwiha ew aşkerekir ku, pêşketin di gihandina alîkariyên mirovî de jî heye.

Her yek ji Rûsya û Amerîka daxwaz kir bûn ku, bi zûtirîn dem civînên proseya aştiyê li Sûriyê dest pê bikin, ku biryare 10ê vê mehê de li Cenêvê bi rêve biçnin.