Davutoglu li ser rakirina parêzbendiyê pêdagir e

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje, eger CHP jî piştgirî bide ewê parêzbendiya 5 parlamenterên HDPê rakin.

K24 – Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje, eger CHP jî piştgirî bide ewê parêzbendiya 5 parlamenterên HDPê rakin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, berî ku serdana Belçîkayê bike, li Balefirgeha Ataturkê civîneke çapemeniyê saz kir got: "Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) helwêsta xwe zelal kiriye ku piştevaniya rakirina parêzbendiyê bike û divê CHP jî heman helwêstê nîşan bide."

Wezareta Dadê, nameya rakirina parêzbendiya Hevserokên HDPê Selahedîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û parlamenter Selma Îrmak, Sirrî Sureya Onder û Ertugrul Kurkçu bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê şandibû.

Davutoglu da zanîn ku tu alî piştgirî nedin jî ew di zanin çi bikin û piştî hevdîtinên budçeyê ewê rakirina parêzbendiyê gotûbêj bikin.