"Rakirina parêzbendiyê dê şer gurtir bike"

Partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê tekez kirin ku bi rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê Tirkiye û hikûmet nikarin tu sudê werbigirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e11a7e5d-ab14-4682-b541-93bd881aed87/RakirinaMesumiyetaParlamenterenHDPTuSucbexsiPeydaNake.ism/manifest

K24 – Diyarbekir

Piştî şerê li Bakûrê Kurdistanê, her diçe hewldanên xeter ên siyasî jî tên kirin. Serokkomarê Tirkiyê û rayedarên hikûmetê, li ser hinek gotarên hevserok û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin ku parêzbendiya wan bê rakirin û bên dad kirin. Partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê jî diyar kirin ku bi vê daxwazê Tirkiye û hikûmet nikarin tu sudê werbigirin.

Rayedarên hikûmeta Tirkiyê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo şerê li Bakurê Kurdistanê hevdu tawanbar dikin. HDPyî rexneyan li hikûmetê digirin ku li gor rastiya pirsa Kurd li çareseriyan nagere û bi şer û operasyonan dibe egera têkçûna Bakurê Kurdistanê. Serokkomar û rayedarên Hikûmeta Tirkiyê jî, HDPê wek berdewamiya PKKê pênase dikin û bi piştgiriya "terorê" tawanbar dikin. Bi vê mebestê jî daxwaz dikin ku parêzbendiya parlamenterên HDPê bê rakirin û bi sûcên "terorê" bên dad kirin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Mesûd Tek, ji Kurdistan24ê re ragihand ku divê şer bê rawestandin û rêya siyasetê jî vekirî bimîne, ger siyasetmedar ji ber gotarên xwe bên tawanbar kirin, wê demê dê çawa siyasetê bikin.

Mesûd Tek wiha axifî: “Hikûmet û dewlet dibêjin ev mesele, divê li parlamentoyê bê çareser kirin, lê ji alikî ve jî naxwaze. Li parlamentoyê her dengê ku li dijî wan be, li gor dilê wan neaxife û her dengên ku ne bi siyaseta AK-Partiyê re ye bê deng û qut bike.”

Partiyên Kurdisatanî rexneyan li  hikûmetê digirin û bal kişandin ser wê yekê ku di salên 1993an de, ev tişt hatine kirin lê encamên xetertir peyda bûne. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mistefa Ozçelîk jî da zanîn ku, divê PKK dest ji şerê li nav bajaran berde, lê dewlet jî bi tengkirina sînorên demokrasiyê nikare tu çareseriyan peyda bike.

Li gor Ozçelîk, parêzbendiya parlamenteran ji aliyê gelve hatiye dayîn û ji ber gotarên siyasî rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê dê tenê şer û aloziyan zêdetir bike: “Siyaseta ku rê li ber xebatên siyasî, parlamenter û demokrasiyê digire, siyaseta xelet e û divê dewleta Tirk careke din wê siyasetê dubare neke û tu encaman jî jê nastîne.”

Di sala 1993an de, parlamenterên niha yên HDPê Leyla Zana û Hatîp Dicle jî di nav de 11 parlamenterên Kurd, ser bi Partiya Ked û Demokrasiyê (DEP) karîn bikevin parlamentoya Tirkiyê, lê ligel ku parêzbendiya wan hebû jî polîs ketibûn parlamentoyê û 11 parlamenterên DEPê girtibûn.