Stenbol: Polîsan êrîşî çalakiya jinan kir

Li Stenbolê, îro bi sedan jin, ji bo pîrozbahiya roja jinan û li hev kom bûn. Jinên ku daxwaza jiyaneke azad kirin xwestin li qada Kadikoyê bicivin lê ji ber ku parêzgariyê destûr nedabû ketin ber êrîşa polîsan.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/29d27b98-6f67-4052-be66-833a7555fb44/CalakiyaRojaJinan.ism/manifest

K24 - Stenbol

Li Stenbolê, îro bi sedan jin, ji bo pîrozbahiya roja jinan û li hev kom bûn. Jinên ku daxwaza jiyaneke azad kirin xwestin li qada Kadikoyê bicivin lê ji ber ku parêzgariyê destûr nedabû ketin ber êrîşa polîsan. Hinek jin jî hatin desteserkirin.

Ji aliyê Platforma Jinan û bi piştevaniya HDP'ê, li navçeyê Kadikoyê ya Stenbolê, ji bo roja jinên kedkar a cîhanê mitîngekê hat sazkirin. Meşa ku ji qada Kadikoyê dest pê kir li nav kolanan jî berdewam kir. Jinên bo çalakiyê hatibûn daxwaza jiyaneke aştiyane kirin.

Jinekê ragihand ku ew jî dixwazin di nav kêfxweşiyê de bijîn û li vî welatî dilşa bibin. Yeke din jî got ku bila ev şer biqede, aştî were û zilm û zordariya li ser miletê wan rabe.

Daxwaza Ayşe Yavuzelê jî ew bû ku bila şer û pevçûn bi dawî bibin û kes tu kesî nekuje: “Em dibêjin êdî bes e, em naxwazin xwîn birije. Em ji bo Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Hezex û hemû jinên Kurdistanê ku hatin qetilkirin û bedenên wan tazîkirin em li vêderê civiyane.”

Jinên ku bi armanca şermezarkirina tundiyên li ser jinan kom bûn xwestin ber bi qada Bogayê bimeşin lê belê hêzên ewlekariyê destûr nedan. Dûv re polîsan bi gaza îsot û bi guleyên plastîk êrîşî girseyê kirin.

Gelek kes ji gazê aciz bûn. Heta ku jin belav bibin peywirdarên ewlekariyê li ser kolanan sekinîn. Li gor zanyariyên sazî û komeleyên jinan di meha Çileyê de 30 di meha Sibatê de jî 26 jin hatine kuştin.