Ligel qedexeyê jin dîsan bo mafê xwe meşiyan

Li Enqerê, meşa 8ê Adarê bi hinceta ewlekariyê ji aliye walîtiyê ve hatibû qedexekirin, ligel vê yekê jî jinên Enqerê dîsan meşiyan lê wek salên borî beşdarbûneke zêde nebû.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c160c091-a072-4d54-82a4-6cc16959e113/RojaJinan.ism/manifest

K24 - Enqere

Li Enqerê, meşa 8ê Adarê bi hinceta ewlekariyê ji aliye walîtiyê ve hatibû qedexekirin, ligel vê yekê jî jinên Enqerê dîsan meşiyan lê wek salên borî beşdarbûneke zêde nebû.

Çalakiya 8ê Adarê biryar bû wekî salên borî pêk were lê belê b itaybet teqînên di demên dawî û metirsiyên ewlehiyê bo 8ê Adarê bûn asteng û meş ji aliyê walitiyê ve hate qedexekirin lê dîsan jî rêxistinên jinan îro saet 12:00’an li qada Kolejê kom bûn û xwestin dest bi meşe bikin.

Hêzên polîsan, di çarçoveya biryara walitiyê de nehiştin ku meş wekî daxwaza jinan pêk were û girseya jinan jî li ser peyarêyê dest bi meşa ji Kolejê bo Kizilayê kirin. Girse, heta qadê di bin kontola polîsan de çû û li wir pîrozbahiyên 8ê Adarê dest pê kirin.

Beşdarvanan hestên xwe wiha ji Kurdistan24ê re wiha anîn ziman;

Jineke Kurd derbarê vê rojê de got: “Roja 8ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî ya hemû jinan pîroz dikim. Bi taybetî jinên di têkoşînê de yek bi yek slav dikim.”

Jina bi navê Elizabet Sarafyan jî wiha axifî: “Cilên li ber min hevalên min ên Başûrê Kurdistanê, yên Hewlêrê diyarî min kirin. Ez wek Elizabeht Sarafyan slavên xwe yên herî dilgerm ji bo jinên Kurd dişinim. Bijî 8ê Adarê.”

Yek ji dayîkên aştiyê jî hestên xwe wiha anîn ziman: “Ez 8ê Adarê li hemû jinên cihanê pîroz dikim. Di diroka Kurdan de jî di berxwedanê de Leyla Qasim û Besê û Zerîfe piştî wan jî Sakîne Heval. Têkoşîna wan heta îro jî berdewam dike.”

Jineke din ji Rêxistina Jinên Xwendekar wiha axifî: “8ê Adarê ji bo me roja têkoşînê ye. Em naxwazin tu kes biryara vê yekê bide kka em ê çi li ber xwe bikin di kijan saetan de li ku bin. Li hemberî zora mêran em ê denge xwe bilind bikin.”

Jina Trans û Endama LGBYê jî got: “Em wek jinên LGBT, îro di qadan de ne û em dibêjin laşê me nayê sînordar kirin. Em aştiyê dixwazin. Aştî; bi tenê danîna çekan nîn e, di heman demê de azadiya laşê me ye, bi awayekî azad li kolanan geriyana me ye.”

Rêxistinên jinan, ji bo beşdariyek pêk were, roja Yekşemê wek dema pîrozbahiyan destnîşan kiribûn lê li gor salên berê 8ê Adara Enqerê bi awayekî lawaz derbas bû. Girseya jinan piştî xwendina daxuyaniya çapemeniyê û gerandina govendek kurt belav bû.