“Divê Tirkiye ligel Kurdan dest bi gotûbêjên aştiyê bike”

Birpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, da zanîn ku Hevserokê HDPê Salahattîn Demîrtaş dîtiye û li ser proseya aştiyê û peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê axifî ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Birpirsa Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini, da zanîn ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salahattîn Demîrtaş dîtiye û behsa peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê kirine.

Federica Mogherini, eşkere kir ku wan wek Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji Tirkiyê kirine eger dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewropayê divê ligel Kurdan dest bi gotûbêjên aştiyê bike û mafên wan misoger bike.

Derbarê hevdîtina xwe ya ligel Hevserokê HDPê Salahattîn Demîrtaş de Mogherini wiha axifî: “Bi kêfxweşî îro min rêzdar Salahattîn Demîrtaş serkirdeyê diyar ê opozîsyona Tirkiyê dît û me qala çend mijaran kir. Ji wan peywendiyên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê. Herwiha destpêkirina proseya aştiyê ya Tirkiye û Kurdan.”

Derheqa parastina mafên mirov li Tirkiyê jî, Mogherini nerîna xwe wiha anî ziman: “Tirkiye wek berbijarê endambûna Yekîtiya Ewropayê divê bersiva daxwazên Yekîtiyê bide ku dixwaze bibe endam. Divê rêz li mafên mirov û serweriya yasayan bigire, herwiha rêz li mafê azadiya ramanê bigire ku mafê herî serekî yê mirov e.”

Mogherini axaftina xwe wiha qedand: “Evna kroki û xalên serekî ne bo Yekîtiya Ewropayê, loma her welatek ku bixwaze were nav Yekîtiya Ewropayê divê van hemû xalan li welatê xwe cîbicîh bike. Evna girîngtirîn mijar e û îro ligel rêzdar Davutoglu em dê li ser biaxifin.”