Ew kunsilê ji alîyê Daişê ve hatibû girtin behsê rizgarkirina Mûsilê dike.
K24- Hewlêr:
Kunsilê berê yê Turkîyayê li Mûsilê, ku di destpêka kontirolkirina Mûsil ji alîyê Daişê ve hatibû girtin, ragehand : Daiş li deverê bi giştî bêhêz bûye. Bo rizgarkirna Mûsiê ji destên Daişê divê pilana hevpişik hebe.
Di hevpeyvînekê de li gel Kurdistan24, Ozturk Yelmaz, perlemantarê CHP û kunsilê berê yê Turkîyayê li Mûsilê ragehand: Şerr li dijî Daişê dê berdewam be. Daişê di destpêkî de cûda bû, dema Mûsil dagîr kirî û hêriş kire ser derdorên Bexdayê. Niha Daişê gelek cugrafîya ji dest daye, Hevpeymanîya Emerîkayî û hêzên îraqê nemaze Pêşmerge gelek hêriş kirine ser Daişê, niha li Surya rewş cûdaye, YPGyê gelek hêriş kirine ser Daişê û gelek cih ji dest dane.
Got jî: Daişê li Îraqê û Suryayê çi aynde nabe, hêzên Îraq û Suryayê eger bi awayeka rijt kar bikin Daiş li wê deverê namîne. Amaje bi yekê jî kir ku piranîya welatên rojava û deverê I gel ji navbiina Dişêne. Herweha got ji navbirina Daişê tenê bi hêrişên asmanî nebe.
Li ser azadkirina Mûsilê got: behsê encamdana opirasyûna mezin dihê kirin lê mîna ku em dibînin nahê encamdan. Li Reqe jî her bi wî şeweye, lew pêdivîye Rojahilata Navîn û hemû cîhan di pilan û pirojeyeka hevpişik de, niha û piştî nemana Daişê kareka zelal bikin.
Ozturk Yelmaz di dema dagîrkirina Mûsilê ji alîyê Daişê ve, ew hat desteserkirin, li ser ewê demê dibêje: Ez sed rojan htim desteserkirin , ewa min dîtî tiştên nexweş bûn, karesat bûn bo min û malbata min û mirovanîyê.
Li ser rêkkevtina Turkîyayê li gel Daişê bo azadkirina wî, nevîya bersiv bide û got: Dema ez azad bûm min axivtin li ser evê yekê kir û min nevêt li vir dûbare bikim.
Her weha got azadkirina Mûsi l sanahîye; eger pilan hebe, renge şerrek mezin di nav Mûsil de çê bibe, lew mezinde dihê kirin ewê opirasyûnê zîyanên mezin hebe, divê yek pilan û yek armanc hebe bo rizgarkirina Mûsilê.