De Mistura: Ti aliyên din bo Cenêvê nayin vexwandin

Netewên Yekbûyî radigihîne, ew ti nameyên vexwandina gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê birê nakin, aliyên di gera yekem beşdar bûne, dê di gera duyem de jî beşdar bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekbûyî radigihîne, ew ti nameyên vexwandina gera duyemîn ya danûstandinên Cenêvê birê nakin, aliyên di gera yekem beşdar bûne, dê di gera duyem de jî beşdar bibin.

Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura, îro ragihand ku, gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê Cenêv3 dê di 14 Avdarê de dest pê bike, ji ber ku hin alî dê 12,13 û 14 mehê, bigin Cenêvê.

De Mistura tekez li ser wê yekê kir, ew kes û aliyên di gera yekem ya danûstandinan de beşdar bûne, dê di gera duyem de jî beşdar bibin, ti vexwandinan ji bo kesine din birê nakin.

Danûstandinên Cenêv3, ya di navbera rêjîm û opzîsyona Sûriyê de, di 29ê meha Çile de dest pê kirin, Roja 12 Sibatê jî li kongreya Munchenê rêkeftina rawestandina operasyonan li Sûriyê hat ragehandin. Hevserokê PYDê Salih Mislim jî nehatibû vexwandin.