Selma Imak: 22ê Adarê ber bi Cizîrê ve diçin

Li cend navçeyên Bakurê Kurdistanê ev serê sê mehane şer û alozî berdewam in, bi sedan welatiyê sivîl jî ew navçe bicih hêlane.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCK) Selma Îrmak ragehand, ku Bakurê Kurdistanê zivistaneke dijwar û zehmet derbas kir, hêviya buhareke aştî û azadî kir.

Derbarê vê mijarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk(KCK) Selma Îrmak îro, di kongreyekî rojnamevanî de wiha got: "Kurd li Bakurê Kurdistanê rastî rewşeke xirab hatin, zivistaneke dijwar derbas kirin, em bi hêvîne buhara me bi azadiyê û aşitiyê were derbas kirin."

Irmak da zanîn ku, ew dê cejna Newrozê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê pîroz bikin, aşkere kir ku, Newroz li Diyarbekrê wê bi coşeke mezin were pîroz kirin û 22ê vê mehê jî li Cizîra Bota be.

Wek tê zanîn li cend navçeyên Bakurê Kurdistanê ev sere ssê mehane şer û alozî berdewamin, bi sedan welatiyê sivîl ew navçe bicih hêlane.