Heşda Şabî: Bo şerê Mûsilê biryar ne ya Herêma Kurdistanê ye

Milîşyaya Heşda Şabî tekezî li ser beşdariya wê di operesyona rizgarkirina Mûsilê dike û dibêje ti pêwendiya Herêma Kurdistanê bi pirsa beşdariya wan de nîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Milîşyaya Heşda Şabî tekezî li ser beşdariya wê di operesyona rizgarkirina Mûsilê dike û dibêje ti pêwendiya Herêma Kurdistanê bi pirsa beşdariya wan de nîne.

Berdevkê Heşda Şabî Ehmed Esedî ragihand ku, Heşda Şabî di prpseya rizgarkirina Mûsliê de beşdar e, ew biryar jî di destê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Fermandarê Giştî yê hêzên çekdar de ye, ewên biryara beşdarbûna Heşda Şabî bidin.

Fermanderê Hêzên Navendî yê Amerêkayê Llyod Osten di civîneke taybet ya komîta leşkerî ya Kongresa Amerîkayê de ragihand ku, Heşda Şabî gelek çekdar hene, lê di şer de xirab in û mezintirîn şaşîtî jî ew e, ku beşdarî operesyona rizgarkirina Mûsilê bibin.

Herwiha Esedî amaje bi wê yekê kir, çekdarên Heşda Şabî bo beşdariya rizgarkirina Mûslê, xwe amade kirine û çaverêyî “Demjimêra sifir” bo destpêkirina êrîşa li ser Mûsilê ne.

Ji aliyekî din ve, çalakvanê pêkhateya Tirkmenan Selam Tileferî jî ragihand, Heşda Şabî milîşyayeke taîfî û tundrew e, herwiha bi encamdana çendîn tawanên li dijî Suniyên Iraqê jî tawanbar e.