Elî Ewnî: Kurdistana serbixwe nêzîk e

Endamê Polîtbûroya PDKê Elî Ewnî ragihand ku dê îsal referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin û piştre wê bibinin ka gel serxwebûnê dixwaze yan na.

K24 - Hewlêr

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî ragihand ku ew dê îsal referandûma serxwebûna Kurdistanê bikin û piştre wê bibinin ka gel serxwebûnê dixwaze yan na.

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî derbarê referandûm û rewşa Herêma Kurdistanê de ji SpûtnîkKurdistanê re axifî û got: “Em ê îsal biçin referandûma serxwebûna Kurdistanê, wê deme em ê bibînin ka gel serxwebûnê dixwaze yan na. Lê em ji gelê xwe bawerin ku welatekî serbixwe dixwaze. Kurdistana serbixwe nêzîk e.”

Elî Ewnî wiha axifî: ‘Mafê Kurdan ê xwezayî her tim hat desteserkirin. Di Lozanê de welatê Kurdan kirin çar parçe, sedan sal e bêxak û bê nasname dijîn. Zimanê wan hat qedexekirin, bi salan hatin xapandin, lê êdî wê neyên xapandin. Kurd niha naxwazin di bin desthilatiya neteweyên din de bijîn û dixwazin sînorê wan were diyar kirin. Me Kurdan tu carî mafê kesî desteser û êrişî tu welatan nekiriye.'

Elî Ewnî herwiha daxwaza alîkariyê ji welatên cîhanê kir û wiha pêde çû: “Ji bo avabûna Kurdistana serbixwe di serî de ji Rûsya, Çîn, Emerîka, Ewropa û dewletên din em piştgiriyê dixwazin. Nerîna Rûsyayê ya derheqê Kurdan de ji dîrokê heta niha baş e. Dema li coxrafya Kurdistanê çand û hûnera Kurdî qedexe bû, li Rûsyayê çand û hûnera Kurdî bi Şakirê Xuda, Cemîlê Cemîl, Casimê Celîl û bi gelek kesên din peş ket. Gelek Kurdan li Rûsyayê xwendina xwe qedandin, em hevî dikin di serxwebûna Kurdistanê de jî piştgiriye bidin.”

Endamê Polîtbûroya PDKê bal kişand ser krîza aborî ya li Kurdistanê jî û wiha dirêjî bi axaftina xwe da: “Gelek sedemên krîza aborî ya Herêma Kurdistanê hene. Bihayê petrolê ket, lewma ji petrolê pê ve tu dahateke me tüne ye. Di sîstema me ya aborî de kêmayî û hinek pirsgirêk hene û em vê qebûl dikin. Lê sedema herî sereke şer û tekoşîna me ya li dijî DAIŞê zêde bandor li aboriyê kir. Ji ber piraniya budceya me di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de tê serfkirin. Sedema sereke ya din jî mesela hikumeta navendî ya Bexdayê ye ku divê ji sedî 17ê budçeyê ji Kurdistanê re bişîne lê ji sala 2013an ve neşandiye.”

Elî Ewnî derbarê mijara Sûriyê de jî nerîna xwe wiha anî ziman: “Em hêvî dikin ku şerê li Sûriyê kelî berî kêliyekê bi dawî bibe. Li Sûriyê jî gelek zilm û zordarî li Kurdan hat kirin. Divê Kurdên Sûriyê vê firseta niha ji dest bernedin û mafê xwe bistînin. Herwiha divê hêzên PYD û ENKSê bibin yek. Şerê Kurdan ne şerê olî û mezhebi ye, ew mafên xwe dixwazin.”