Tomargeha Felek ya Mihemed Şêxo ji nû ve hate vekirin

Bi bûneya 27emîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, li bajarê Qamişlo û bi beşdariya hejmarek ji xelkên deverê tomargeha Mihemed Şêxo ya bi navê “Felek” careke din hate vekirin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/5dae8bbc-c388-4913-8787-d98211680d40/mihemed%20sexo-qamislo.ism/manifest

K24 – Qamişlo

Bi bûneya 27emîn salvegera koçkirina hunermendê Kurd Mihemed Şêxo, li bajarê Qamişlo û bi beşdariya hejmarek ji xelkên deverê tomargeha Mihemed Şêxo ya bi navê “Felek” careke din hate vekirin.

Piştî 27 salan ji koçkirina hunermendê navdar Mihemed Şêxo, Tomargeha Felek ya ku Mihemed Şêxo wek jêderekê ji bo dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji zarokên xwe re vekiribû û çend caran ji alî hêzên ewlehiya Sûriyê ve hatibû girtin, di roja bîranîna bavê Felek de, birayê wî Beha Şêxo careke din ev tomargeh vekir.

Beha Şêxo bo vê boneyê ji K24ê re got: “Min xwest di helkefta 27emîn salvegera koça Mihemed Şêxo vê tomargehê careke din vekim û mizgînîkê bidim gelê me, ku ezê vê tomargehê vejîn bikim û heta ku ez karibim dê ev tomargeh vekirî bimîne.” 

Hejmarek ji rewşenbîr, çalakvan û hezkirên hunera Mihemed Şêxo, piştî merasîmên vekirina tomargiha Felek bidawî hat, berên xwe dan goristana Hilêlîkê, da ku ligel camawerên wefadar helbest û stiranan li ser gora wî bixwînin 

Mihemed Şêxo di sala 1948 an de li gundê Xecokê yê girêdayî bajarê Qamişlo ji dayik bûye,û di jiyana xwe a hunerî de bi sedan stiranên netewî û evînadariyê bi hestekî kurdewarî pêşkêşî miletê kurd kiriye.

Di 9 meha avdara sala 1989an de koça dawî kir û hersal xelkên deverê di vê rojê de li ser gora wî kom dibin û wî bibîra tînin û wesiyeta wî bi cî tînin, dema ku dibêje:

Gava ez mirim gelî zindiyan
Mi neveşêrin wekî hemiyan
Hemû adara win minê şiyarkin
da bikime şînê ji bo me hemiyan.