27e sal in Mihmed Şêxo reng nemaye deng her maye

Sala 1989an de hunermedê Kurd Mihmed Şêxo çû ber dilovaniya xwedê û li gorîstana Hilêliyê tê veşartin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3dc050be-38d6-4300-9811-194e42547078/mhamad%20shexo.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Hunermedê Kurd Mihmed Şîxo bavê Felek, hunermedekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê ye, stiran û awazên wî di nav gelê Kurde hatine naskirin, di 27e koçkirina wî de heta niha jî stiranên wî ji aliyê xelkê vet ê bihîstin.

Mihmed di sala 1948an de,  li gundê Xecokê ser bi bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, nixuriyê dê û bavê xwe ye, li gel 11 birayan, navê wî yê resen Mihmed Salih Şêxmûs e, sala 1957an dest bi xwendinê dike, di sala 1969an de di nava civaka xwe de dest bi hunrî ya xwe kir û stiran gotin.

Hunermed Mihmed Şêxo bi armanca fêrkirina muzîkê berê dide Libnanê , li wî welatî têkeliyên wî bi hunermedên Kurd û Ereb re bihêz dibe, herwiha li gel grûpekî hevalên xwe koma "Serkeftin û Newroz" dadmezrîne, li wir du salan dimîne û vedigere.

Mihmed Şêxo demekî li bajarê xwe Qamişlo dimîna paşî berê xwe dide Bexda paytexa Iraqê li wir du stiranên xwe di Radioyekî de tomar dike, ji wir berê xwe dide Kurdistanê û ji aliyê Mele Mistefa Barzanî vet ê pêşwazî kirin, li Kurdistanê jî gelek hunermên Kurd nasdike.

Piştî vedgere Rojavayê Kurdistanê stirana Ay Gewrê li Şamê tomar dike, rejîma Sûriyê astangan dike pêşiya hunera wî taybet dema ku Bavê Felek sitranên Şoreşê digotin, lewma ew neçar dibe careke din berê xwe bide Kurdistanê û linav pêşmergeyan cihê xwe bigire.

 Ji Kurdistanê berê xwe dide Rojhilatê Kurdistanê, xanima xwe Nisrîn li wir nas dike piştî 11 salan li gel xanima xwe vedgere Rojavayê Kurdistanê û ji aliyê rejîma Esed vet ê girtin, piştî derdikeve ew li ser hunera xwe berdewam dibe, li sala 1989an de hunermedê Kurd Mihmed Şêxo diçe ber dilovaniya xwedê û li gorîstana Hilêliyê tê veşartin.