Tirkiyê qebul nake penaber ji Yonanistanê vegerin

Ev meheke 13 hezar penaber li ser sînorê Yonanistan û Meqdonyayê asê mane, li gor rêxistinên mirovî rewşa wan penaberan xirabe, di nav wan de zarok jî hene

K24-Enqera

Piştî imzekirina rêkeftina Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê derbarê pirsa penaberan, Wezîrê Tirkiyê yê Karûbarên Ewropî Volkan Bozkır ragehand ku, welatî vegerandina penaberên ku li Yonanistanê asê mane, redike.

Berî d3ê rojan Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê li ser pirsa penaberan rêkeftinek imze kirbûn, li gor wê rêkeftinê YE yê 3 milyar Euro bide tirkiyê, li hember vê yekî Tirkiye rê li pêş çûna penaberan bigre ku neçin Ewrûpayê.

Derbarê vê mijarê de Wezîrê Tirkiyê yê Karûbarên Ewropî Volkan Bozkır îro daxuyaniyek belav kir tê de, tekez kirk u welatî wî vegerandina penaberên ku li Yonanistanê asê mane, redike.

Ji aliyê xwe ve jî Komisyona Bilind a bi ser Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji wê rêkevtina di navbera Tirkiyê û Yekitiya Ewrûpa(YE) nîgeranbû. Aşkera kir bû ku, vegerandina penaberan ji Yewnanîstanê jiyana wan dike metirsiyê de

Ev meheke 13 hezar penaber li ser sînorê Yonanistan û Meqdonyayê asê mane, li gor rêxistinên mirovî rewşa wan penaberan xirabe, di nav wan de zarok jî hene.