Bo referandûmê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Bo Gotûbêjkirin li ser pirsa referandûmê û çend pirsên din yên pêwendîdar û hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, biryar e şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/59b5bb6d-3b42-4daf-9071-8ab388f05627/bagda%20refrandom.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Bo Gotûbêjkirin li ser pirsa referandûmê û çend pirsên din yên pêwendîdar û hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, biryar e şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî, ji K24ê re ragihand ku, Bo guftûkirin li ser pirsa referandûmê û çend pirsên din yên pêwendîdar û hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, şandek bi navê Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Hewramî got jî: “Heta heger encama referandûmê çi tişt be jî, komek xalên hevbeş di navbera me û Bexdayê de heye.”

Hewramî derbarê xalên ku werin gutûbêjkirin ligel Bexdayê aşkere kir, dosyên ewlehiyê, aborî û bazirganiyê yên di navbera  Herêma Kurdistanê ligel Iraqê xalên hevbeş in, herwiha danûstandin bo dosya petrol û referandûmê jî dosyên pêwîstiya wan bi siyaseta derve ya Iraqê heye.

Hewramî derbarê endam û dema çûna wê şandê bo Bexdayê diyar kir ku, hrta niha biryar nehatiye dayîn, ka endamên wê şandê kî bin û kengî biçin.