Kişanak: Ti alaveke şaredariyê bo kolandina xendeqan bikar nehatiye

Parêzgariya Diyarbekirê, nivîsek bo 17 şarevaniyên Diyarbekirê şand û destnîşan kir, alav û makîneyên şaredariyê di kolandina xendeqan de hatine bikaranîn û ji ber vê heta fermanekê nû, xebatên çekirina rê û peyarêyan hatine rawastandin.
https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/06ad88fb-3c7b-429a-a6ac-a84b87a36ce6/Kisanak%20Diyarbekir.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Diyarbekirê, nivîsek bo 17 şarevaniyên Diyarbekirê şand û destnîşan kir, alav û makîneyên şaredariyê di kolandina xendeqan de hatine bikaranîn û ji ber vê heta fermanekê nû, xebatên çekirina rê û peyarêyan hatine rawastandin.

Hevşaredara Bajarê Mezin a Diyarbekirê Gulten Kişanak dibêje, ti alav û makîneyek wan di xendeq û barîqatan de nehatiye bikaranîn û rawestandina xizmetguzariyê, binpêkirina destûra bingehîn e.

Gultan Kişanak got: "Çawa ev nivîs gihîşt, me bi parêzgarê Diyarbekirê re hevdîtin kir. Me got rawestandina ewqas xebatan mumkun nîne. Em behsa herêmek 15 hezar kîlometregoşe, 17 navçe û bajarê mezin dikin. Her wiha tu bingeheke yasayî ya rawestandina xebatan nîne.

Kesên vê nivîsê dibînin dibên qey li herderê 17 navçeyên Diyarbekirê xendek û barîqat hene û parêzgarî jî dixwaze pêşiya vê bigre. Ev nerast e û tiştek wiha jî nîne. Li hin deveran xendek hene ji xwe li wan deran jî hêzên ewlehî hene.”

Kişanak berdewam dike: “Li aliyek dibêjin şarevanî xizmet nake, aliyî dîtir jî xebatê radiwestînin. Ev yek ji aqilê dûr e. Ez îdîa dikim û aşkera dibêjim; ti alavek şarevaniyê û makîneya şarevaniyê, di kolandina ti xendeqek û barîqatan de nehatiye xebitandin.”

Herwiha Kişanak got jî “Ji xwe çavdêrên dewletê hatin û hemû tender û alavên me kontrol kirin û ti belge û nîşaneyek deryasayî nedîtin. Ji meha hezîranê ve komek çavdêran diçe yek din tê. Ger tiştek biçûk hatiba dîtin em dizanin niha rewş dê çawa be.”

Kişanak di berdewamiya gotina xwe de got jî: “Bi mehan e, em ji devê rayedarên herî bilind wan tiştan dibîhîzin û hin medya jî vana zêdetir dike. Ez dibêjim, xeberên wiha zirar didin yekîtiya welêt û cûdahiyê kûr dike. Ti fêdeyekê vê bo Tirkiyê nîne.”