DAIŞiyek nasnameyên 22 hezar çekdar radestî Brîtanyayê dike

Endamekî DAIŞê ji wê rêxistinê vediqete û “Memory cardekê” ku nasnameyên 22 hezar endamên wê rêxistinê ji 50 welatên cîhanê tê de ne, radestî Îstîxbarata Brîtanî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî DAIŞê ji wê rêxistinê vediqete û “Memory cardekê” ku nasnameyên 22 hezar endamên wê rêxistinê ji 50 welatên cîhanê tê de ne, radestî Îstîxbarata Brîtanî dike.

Endamekî DAIŞê ku navê Abû Hamid li xwe kiriye, “Memory kardekê” ji serkirdeyekî asayişa DAIŞê didize û ji DAIŞê vediqete, wê “Memory karekê” jî radestî Îstîxbarata Brîtanyayê dike.

Li gor hatiye ragihandin, ku di wê“Memory karekê” de, dosyên endamên DAIŞê, hejmarên telefonên çekdarên DAIŞê û merivên wan, herwiha her endamek di kîjan warê de kar dike jî tê de ye. Herwiha hûrgiliyên li ser grûpên xwekuj yên amade ne êrîşên xwekujî bikin jî di wê Memory kardê ye.  

Serokê berê yê Yekîneya Jinavbirana Terora Cîhanî ya ser bi Îstîxbarata Brîtanyayê ve Richard Barit dibêje: “Agahiyên li ser wê Memory kardê tiştekî nedihat pêşbînîkirin bo şerê li dijî DAIŞê. Agahiyan di Memory kardê de, şikeftek ji zêran e.”

Gelek kêm agahiyên bi vê hûrgiliyan li ser DAIŞê dikevin destên desgehên îstixbaratî, tê çaverêkirin ku êrîşkerên Parîsê (Êrîşên Parîsê di Mijdara 2015an de bû, 130 kes hatin kuştin) jî bi riya wê Memory kardê werin naskirin.