Li Enqerê Fuara Hunera Nûjen

Li paytexta Tirkiyê Enqerê fuara hunera nûjen hat vekirin. Ji cîhanê û Tirkiyê gelek wênexêz û hunermend bi berhemên xwe beşdarî vê fuarê bûn.

K24 - Enqere

Li paytexta Tirkiyê Enqerê fuara hunera nûjen hat vekirin. Ji cîhanê û Tirkiyê gelek wênexêz û hunermend bi berhemên xwe beşdarî vê fuarê bûn. Fuara ku li ATO-Congresiumê hat vekirin rastî eleqeyeke mezin hat.

Di fûarê de, gelek beşên zankoyan ên hunerê, pirtûkxane û muzexane bi berhemên xwe beşdar bûn.  Wênexêz Leyla Akyon bi wêneyên xwe yên ku li ser jinan xêz kiribûn mêvanê fuarê bû û pêdiviya wê yekê anî ziman ku jiyan bi hunerê were hûnandin.

Leyla Akyol got: "Ev jinên ku min di wêneyan de xêz kirine dema di navbera jiyan û mirinê nişan dide û pirsyarkirina wê demê dike. Jiyan ji bo hinek kesan kurt ji bo gelek kesan jî dirêj e. Min jî xwest bi wêneyên xwe vê yekê bidim nişandan."

Xwediya Pêşangeha ALEVê, Alev Sakizci jî bal kişand ser giringiya fûarê ya bo Enqerê û wiha axifî: "Ji Enqerê, ji Qersê, ji Erzirom û Konyayê hunermendên me hene. Hunermedan bi germahiya dilê xwe berhemên xwe xêz kirine û niha li vir peşkeş dikin. Bi rastî ev fuar ji bo me jî kêfxweşiyek mezin e." 

Wênexêz Halîl Çoşkun jî hêviya dûbarekirin fuarên bi vî rengî kir û got: "Ez li ser kevokan wêneyên xwe xêz dikim. Dema ku ez li kevokan temaşe dikim jiyana mirovan tê ber çavên min. Nêzîka 30 sal e ez wêneyan xêz dikin û hêviya min heye ku fuarên mezintirin jî çê bibin."

Welatiyên di fuarê de beşdarbûn,  bi dîtina berheman mest bûn û dilgermiya xwe ya bo wan anî ziman. Welatiyek wiha dibêje: "Çalakiyên bi vî rengî zêde li Enqerê çênabin. Bi rastî bi dîtina berhaman germahiyek ket dilê min. Xwezî fuar ji bilî stenbol û Enqerê, li bajarên din jî bihatana vekirin."

Li Fuarê ji bilî wêneyan, peyker jî tên pêşandan. Bi fuarê tê armanckirin ku berhemên  hunermendan li qadên navneteweyî jî bên nasîn. Fuara ku di 9ê Adarê de dest pê kir heta 13ê Adarê dê  berdewam be.

Xwediya Pêşangeha ALEVê, Alev Sakizci