Cotkarên Kurd dest bi amadekariyên xwe kirin
Zekî Dara / K24 – Celemêrg
Bi hatina biharê, cotkarên Bakurê Kurdistanê dest bi amadekariyên xwe dikin. Li gundê Çemka yê Colemergê jî bi hêviya hatina aştiyê kesaxtina dar û beran dest pê kir.
Îsal li Bakurê Kurdistanê zivistaneke dijwar hebû û berfeke gelekî zêde bariya. Lê belê bihar gelekî zû hat û bi vê yekê ew berfa li çiyayên Kurdistanê dibe av û bi geliyan ve diherike. Her wiha gundî û cotkaran jî dest bi amadekariyên xwe kirin. Li Gundê Çemka yê li Geliyê Zapê jî liv û lebatê dest pê kir.
Gundiyên bi kesaxtina spîndar û dêliyên tirî dest bi xebatên xwe kirin, bi hatina biharê kêfxweş in lê belê ji ber hebûna şer û pevçûnên li welêt dilsar in û hêviyên xwe hene ku aştî jî bê welêt.
Welatiyê bi navê Ahmet Olmez ji Kurdistan24ê re wiha axifî: “Bihar hat, wextê şixûl û kespê (kedê) ye. Wekî dî, Rebbê Alemê hemû vê qetliyamên di nava îslamê de rake û ev kuştin bi dawî bibe. Çi Tirk, çi Ereb û çi misilman em hemû birayên hev du ne û inşallah Rebbê Alemê vê xwînê bisekinîne”
Li gundê 30 kîlometreyan dûrî navenda bajêr, gundi bi xwedîkirina ajelan û çandiyê debara xwe dikin lê belê ji ber nebûna rê wesayît nikarin biçin gund û ev yek li ber wan dibe asteng. Her wiha daxwaz heye ku li gund rê çêbibe. Welatî Bedrî Olmez jî wiha dibêje: “Beriya 5, 6 salan pir jî nebû. Me pir jî nebû, em li ser aşûtan dihatin û ev cih talûkê bû. Her wiha biçûkên me nediçûne dibistanê.”
Gundê Çemka beriya 20 salan bû xwedî şênî, lê belê ji wê demê heta niha xizmetgûzarî bo vî gundî neçûye, gundî hewl didin ku bi derfetên xwe tiştna bikin lê belê hêza wan têr nake. Li aliyê din, gundî di metirsiya wê yekê de ne ku bi rabûna Ava Zapê zirar bigihe gundê wan.