Elîko: Heger PYDê ne bi rêjîm yan bi opozîsyonê re ye li kû ye?

Endamê ENKSê di danûstandinên aştiyê de dibêje, pirsgirêk li Cem PYDê ye, ji ber ku ew ne bi opozîsyonê û ne bi rêjîmê re beşdar nabe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê ENKSê di danûstandinên aştiyê de dibêje, pirsgirêk li Cem PYDê ye, ji ber ku ew ne bi opozîsyonê û ne bi rêjîmê re beşdar nabe.

Endamê ENKSê di danûstandinên aştiyê Fûad Elîko ji K24ê re got: “Di baweriya Rûsyayê de ye, heger PYDê di Cenêvê de beşdar nebe, Kurd di wan danûstandnan de ne beşdar e.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku, divê Kurd di gera duyemîn ya danûstandinên aştiyê li Cenêvê beşdar bibin.

Elîko got: “Em jî dixwazin PYDê di danûstandinan de beşdar bibe, lê pirsgirêk li cem PYDê ye, ma ewê di nava opozîsyonê de beşdar bibe? Heger PYDê dibêje em ne bi rêjîm û ne bi opozîsyonê re ne, baş e ew li kû ne?.”

Herwiha Elîko got: “Ew dixwazin wek şandeke serbixwe bi navê encûmena Sûryeya Demokratîk beşdar bibin, ev yek jî ne li gor daxwazên NY ye, çûnkû du şand dê danûstandinan bikin, rêjîm û opozîsyon.”

Elîko amaje bi rêkeftin di navbera ENKS û TEV-DEMê yên li Başûrê Kurdistanê hatibûn îmzekirin kir û got: “Alîko got: “PYD rêkeftinên Hewlêr û Dihokê têk birin, heger ew rêkeftinan birêve çûba, me jî daxwaza beşdariya PYDê kiriba, lê PYDê heya niha zorê li me dike, ku herî dawî serkirdeyekî wek Ebdilrehman Apo bi tuhmetên xiyanetê digire.”